Hevpeyvîn

Di parlamentoyê de Elçî dê li gor KADEP yan BDP bimeşe

Li Tirkiyeyê, serokê giştî yê (KADEP) û namzedê serbixwe yê Diyarbekirê, Şerafettin Elçi di hevpeyvîneke xwe de digel AKmews  diyar kir ku heke ew bê hilbijartin, yekem karê wî dê xebat ji bo lidarxistina konferansek neteweyî ku hemû rêxistin û partiyên kurdan di nav xwe de bigire, be.

Elçî, diyar kir, bereya ku bi pêşengtiya BDPê hatiye avakirin, bandorek mezin çêkiriye û got ku,  piştî hilbijartinan bereya wan dê mezin bibe û xwe ji desthilatê re amade bike.

Pirs: BDPê, bo hilbijartinan, li rojavayê  Tirkiyeyê, digel partiyên çepgir-sosyalist û li deverên kurdan jî, digel partiyên kurdî, bereyek bi navê Bereya Demokrasî, Aştî û Kedê ava kiriye. Hûn, vê bereyê çawa dibînin?

Elçî: Him bo kurdan û him jî bo seranserê Tirkiyeyê, tiştekî baş e. Ji ber ku, kurdên welatparêz ên derveyî PKKê, cara yekê ye di bin banê sîvana BDPê de kom dibin. Ev kombûn, ji destpêkêve, dengek mezin da û bû sedema kêfxweşiyek mezin. Ez jî, ji ber ku bûm sedema vê kêfxweşiyê, dilxweş im. Di nav bereyê de, elewî heye, sunnî heye, sosyalîst heye, hunermend heye, tu dibêjî qey mozaîka Tirkiyeyê hatine gel hev. Ev pir girîng e.

Pirs: Ev pêkhate dê piştî hilbijartinan jî bidome?

Elçî: Qet ji vê şika min nîne di hilbijartinan de em dê serkeftinek mezin qezenc bikin. Ya girîng, piştî hilbijartinan e. Em dikarin ser bingeha mafên bingehîn ên kurdan, bi aliyên liberal, demokrat, çepgir ên Tirkiyeyê re bereyek berfireh ava bikin. Ev bere, li Tirkiyeyê jî, dê bibe motora demokrasiyê. Li gorî min, di hilbijartinên din de, ev pêkhate dibe ku bibe yekem jî. Ji ber ku, hat fêm kirin ku benda AK Partiyê mayîn, vala ye. Jixwe ji CHPê jî, zêde hêvî nîne.

Pirs: Li gorî we, hûn dê çend parlamenteran bişînin parlamentoyê?

Elçî: Ez naxwazim hejmarek misoger bidim. Heke me piştî ku lîsteya AKPê aşkere bû, lîsteyek çêkira, wê demê encam dê baştir bibûna. Lîsteya AKPê, xeyalên kurdan şikand. Me dikarîbû, li Diyarbekirê, şûna 6 kesan, 7 namzedan destnîşan bikin, li Mêrdîn, Batman û Wanê jî, her yekê, namzedekî zêde bikin.

Pirs: AK Partiyê, çima lîsteyek wiha nîşan da? Gelo plana Erdogan çiye?

Elçî: Birêz Erdogan, dixwaze MHPê di bin benda hilbijartinan de bihêle. Ji ber vê jî, divê alîgirên neteweperest ên deng didin MHPê, bikşîne aliyê xwe. Vê stratejiyê nîşan da ku serokwezîr ber bi MHPyîbûnê ve diçe. Tişta ku niha em dibînin, ev e ku kesekî nêzîkî serokwezîr ji min re got, “Em naxwazin ji sedî 20 dengên kurdan qezenc bikin, lê em dixwazin ji sedî 80 dengên tirkan qezenc bikin.” Stratejiya serokwezîr, ev e.

Pirs: Ev stratejiya serokwezîr, dê pêvajoya pêşîvekirina kurd, çawa bandor bike?

Elçî: Helbet, dê bandorek nerênî bike. Lê, têkoşîna neteweyî û azadiya kurd, wiha cihê xwe girtiye ku êdî tu kes nikare pêşiya vê yekê bigire. Ji ber ku, doza kurdan, êdî ji doza hinek kesan derbas bû û bû ya girseyê. Kurd, êdî neteweperestiya tirk û dewleta ku ser vê bingehê hatiye avakirin, qebûl nakin. Yan dê hemû mafên kurdan qebûl bikin û digel wan li hev bên, yan jî, dê digel kurdan şer bikin û berdêlan bidin. Di cîhanê de, êdî kes rê nade vê yekê. Cîhan jî, qebûl nake ku her tim, zext li ji sedî 25ê civakê bê kirin û xwîn bê rijandin. Ev yek, dê Tirkiyeyê ber bi felaketê ve bibe.

Pirs: We berê, wezîrtî kiribû. Piştî bêhnvedanek dirêj, hûn vedigerin parlamentoyê. Dema hûn wezîr bûn, ji ber ku nasnameya kurd anîbû ziman, hûn hatibûn darizandin. Li gorî we, ji wê demê ve heta niha çi hatiye guhertin?

Elçî: Wê demê, peyva kurd jî qedexe û tabu bû. Min di deme wezîrtiyê de got, “Li Tirkiyeyê kurd hene û ez jî kurd im”. Wê çaxê, qiyamet rabû û erdhejek siyasî rû da. Lê îro, ev têgeh hat guhertin. Îro, aliyên liberal-demokrat li Tirkiyeyê, dixwazin mafên kurdan bên qebûlkirin. Mirov nikare rewşa niha û berê bide ber hev.

Pirs: Di parlamentoyê de bo çareseriya pirsgirêka kurd, hûn dê destpêkê çi bikin?

Elçî: Piştî ku ez hatim hilbijartin, yekem karê ku ez bikim, dê hewl bidin konferansek kurdan bê lidarxistin ku hemû gelê kurd tê de cî bigire.

Pirs: Digel kurdên li parçeyên din?

Elçî: Nexêr, tenê dê ji bo kurdên Tirkiyeyê be. Helbet, kurdên li welatên din dijîn, birayên me ne û heke pêwîst bike dê di ji bo refah û azadiya wan, bibin alîkar. Lê em bo kurdên Tirkiyeyê siyaset dikin.

Pirs: Hûn dê bikarin raya giştî ya Tirkiyeyê razî bikin?

Elçî: Dema em tiştên meqûl û rast bêjin, ez bawer nakim gelê tirk razî nebe. Ev, karekî nehêsan e lê, nayê wê wateyê jî ku qet nabe. Ji ber ku em naxwazin Tirkiyeyê perçe bikin. Daxwaziya me wek gel, jiyanek azad û wekhev li vî welatî ye.

Pirs: Dema hûn hatin hilbijartin, dê derbasî BDPê bibin yan dê wek serokê giştî yê KADEPê bimînin?

Elçî: Em wek endamên bereyê, dê li gorî rêzikname û bernameya xwe kar bikin. Lê li gorî mercan, em dê nîqaş bikin. Niha ez serokê giştî yê KADEPê me, lê bo berjewendiyên gelê me çi pêwîst be, dê wek kom wiha bimeşin.

PORTRE / ŞERAFETTÎN ELÇÎ

Elçi 1938ê li Cizîra Şirnexê hat dinê. Beşa Hiqûqê ya zanîngeha Enqereyê xelas kiriye. Dema xwendekarê zanîngehê bû, ji Doza 49an hat darizandin. Piştî derbeya leşkerî ya 12ê Adara 1970, ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê ava kiribû, 8 mehan hat girtin. 1977ê  bû parlamenterê Mêrdînê. Salên 1978-79ê bû wezîrê dewletê. Ji ber axaftinên xwe yên derbarê kurdan de, zêdetir 30 mehan, hat girtin. 19ê Kanûna 2006ê bû serokê giştî yê KADEPê û heta niha jî, di erka xwe de ye.

Hevp: Kemal Avci
Wergêr: sm

 

Back to top button