Sêyemîn kongreya gorên bikom dest bi karên xwe kir

Duhî bi serpereştiya serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih sêyemîn kongreya gorên bikom li bajarê Hewlêrê dest pê kir û dê sê rojan berdewam bike.

 Kongreyê bi amadebûna nûnerên serokkomarê İraqê Celal Talabanî û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê herêma Kurdistanê  Berhem Salih, serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî û jimareyek wezîr, parlamenterên Kurdistan û Bexdayê, berpirsên hikûmeta İraqê û herêma Kurdistanê dest bi karên xwe kir.

Di destpêka kongreyê de serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî bal kişande ser wan karesatên ku bi serê gelê Kurdistanê hatine û ew karaset wek tawanên dûr ji mirovatiyê binav kirin. Kerkûkî got:

– Divê ders ji berê bên wergirtin, herwiha her aliyek li hemberî vê ezmûnê berpirsyar in û divê hewl bidin ew tawanên ku bi serê gelê Kurdistanê hatine wek jenosaîd bên naskirin.
Piştre gotara serokomarê İraqê Celal Talabanî ji aliyê Mecîd Heme Emîn ve hat pêşkêşkirin. Mecîd Heme Emîn jî behsa wan karesatên ku bi dirêjahiya dîrokê hatine serê gelê kurd û têde derbasbûne kir. Piştre gotara serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê şêx Mehmûd şêx Kawe Hefîd ve hat xwendin.
Şêx Hefîd bal kişande ser girîngiya vê kongreyê û wiha axifî:

– Ew gorên bikom ku canê genc û ciwan û zarokên gelê kurd têde hatine binaxkirin, karesatên wiha ne ku wek jenosaîd bên naskirin. Lewra divê hewldanên wiha bên kirin ku ev karesatên han wek jenosaîd bên naskirin.’’
Sêyemîn kongreya gorên bikom li Hewlêrê ji aliyê wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan bi hevahengiya digel wezareta tendirûstî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û Navenda İraqa Nû bo Ragehandin û Lêkolînê, bi beşdariya Dezgeha Şehîdê Mîhrab, Desteya Dad û Lêpirsînê û Saziya Şehîhên İraqê birêve diçe.

Zêdeyî 100 kesayetî beşdarî kongreyê dibin û sê mijarên serekî tên gotûbêj kirin wek; warê yasayî, navdewletî û hunerî. Herwiha di kongreyê de 12 lêkolîn bi zimanên îngilîzî, erebî û kurdî tên pêşkêş kirin û sê rojan berdewam dike.

Di mijara yasayî de kongre hewl dide yasaya jimare 5 ya 2006ê ku taybet e bi gorên bikom sererast bike, ku erkê parastina gorên bikom xistiye stoyê wezareta mafê mirov a hikûmeta İraqê.

Lê ya rast ew yasa  di wê astê de ye ku aliyên peywendîdar bikaribin wê jimareya zêde ya gorên bikom ku di nav axa İraqê de hene bixin stoyê xwe ku para herî zêde ya gorên bikom dighe kurdan. Di mijara navdewletî de jî kongre hewl dide gorên bikom binasîne û bike belgeyek li ser operasyonên komkujî li navendên navdewletî. (Rudaw)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: