Li bakurê Kurdistanê, hekemîn rojên belgefîlman ên Amedê îro dest pê dike. Rojên nîşandayîna belgefîman dê saet 19.30ê de bi nîşandayîna fîlmê ‘Em Kurd in’ ê ku di sala 1982ê de hatiye çêkirin dest pê bike û heta 24ê mehê (nîsan) dê bidome.
Di çarçoveya xebatê de dê di salonên Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn de bi 15:30, 17:30 û 19:30’an de û dawiya hefteyê jî, dê di seansên 13:30, 15:30, 17:30 û 19:30’an de belgefîlm bên danîşandan. Li Konê Çareseriya Demokratîk jî dê saet di 21:30’an de li qada servekirî belgefîlm bên nîşandan.
Fîlmên ku ji bo beşa pêşbaziyê ji aliyê pêşjûriya ku ji xebatkarên Akademiya Cegerxwîn û Konservatuvara Aram Tîgran; Ozkan Kuçuk, İsmail Oyur, Ferat Kevir û Berfin Emektar ve pêk dihat hatine hilbijartin.
Di nava belgefîlmankarên kurd de tê îdîakirin ku hin belgefîlm hatine sansurkirin û neketine nava bernameyê.
Di rojên belgemîn da ev fîlm dê di beşa Pêşbaziye de bêne nîşandayîn:
– 12 Eylul Adaleti -2 /Cezaevleri (Edaleta 12’ê Îlonê/Girtîgeh), Der: Cahit Akçam, 80 dq.
– 2 Temmuz (2 Tîrmeh), Der: Aynur Ozbakir, 35 dq.
– Bedensiz Ruhlar(Giyanên Bê Gewde), Der: Sabite Kaya, 68 dq.
– Bê Wetan, Der: M.Hadi Sumer – Halil Firat Yazar, 44 dq.
– Bolge (Herêm), Der: Güliz Sağlam-Feryal Saygılı, 40 dq.
– Dayiya Min Aştî Dixwaze, Der: Aziz Çapkurt, 46 dq.
– Helebçe-Zarokên Winda, Der: Ekrem Heydo, 72 dq.
– İki Tutam Saç -Dersim’in Kayip Kizlari(Du Bisk Por- Keçên Dêrsimê yên Winda), Der: Nezahat Gundogan, 58 dq.
– Jiare (Ziyaret), Der: Ozan Munzur, 13 dq.
– Kahpe Devran (Feleka Xayîn), Der: Cahit Çeçen, 20 dq.
– Miraz, Der: Rodî Yuzbaşı, 50 dq.
– Olucanlar(Miriyên Zindî), Der: Murat Ozçelik, 90 dq.
– Selahattin’in İstanbul’u (Stenbola Selheddîn), Der: Sibel Voskay, 29 dq.
– Taşlaşan Vicdanlar (Vijdanên Kevirî), Der: Cenk Ortulu – Zeynel Koç, 41 dq.
Her wiha ji bilî van li dor 20 belgefîlmên din jî dê ne di pêşbaziyê de, tenê dê bêne nîşandayîn.(Diyarname)