Nivîsar

Hewlêr Amerika jî li paş xwe hişt

Li Hewlêrê rojane dû hezar ton zibil û gilêş li pêş dergehên malan tê komkirin ku zêdetirê wê wate hezar û 300 ton paşmayiyên xwarinê ne. Bajarvaniya Hewlêrê dibêje “Ew zibil û gilêş li demsala havînê da dû hezar û 500 ton zêde dibe.

Her çende li zêde xwarin û bi avêtinê xwarinê da tu welatek nekariye bigihe Amerîka, lê belê li gor amar û îstatîstikan Hewlêr bi avêtina xwarinê da ketiye pêş Amerîka jî. 

Abdullah Osmanî Birêveberê Xizmetguzariyê li Bajarvaniya Hewlêrê eşkere dike paşmayên xwarina Amerîkiyan sedî 58 ê zibilê ye, lê belê yê Hewlêr sedî 65.

Zibildanên xwaringehan ku her nayê behs kirin, nêzîkî sedî sed paşmayên xwarinê ne. Beşekî zêdeyê ji wan xwarinan li ser mêza xwaringehan tê danîn, bi tenê ji bo xemilandina sifreyê ye û xelk gelek kêm ji wan xwarinan dixwin. Paşê jî li pêş çavê xelkê dixine nava zibildankê.

Back to top button