Polîtîk

Hevpeyvîna Nêçîrvan Barzanî li gel Şerq Elewst

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe a bi rojnameya Şerq Elewst re ku, ji Lonodon weşanan xwe bi zimanê erebî dike, hijmareke pirs û mijarên gerim û aktuel di rojeva Kurdistanê û Îraqê de zelal kirin.Ev beşek ji hevpeyvînê.

Hikûmeta herêma Kurdistanê:

Em hikûmeta herêma Kurdistanê a nuha bi hikûmeta xwe dizanin, serokwezîrê hikûmetî jî serokwezîrê meye. Me ev hikûmet bi hev re digel Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê pêkanîye. Weke şexis jî, peywendiyeke baş û xurt min digel birayê xwe dr. Berhe Salih heye. Ez metodê karkirina Berhem Salih bilind dinirxînim. Ez pêşbînî dikim ku dr. Berhem Salih dikare di warê xizmetkirina gelê Kurdistanê de roleke gigirn bilîze. Ez careke din tekîd dikim ku piştevanîkirina hikûmetê  ji wezîfeyên meye û bê dudilî em dê bi hemû hêza xwe bi berdewamî piştevaniyê li hikûmetê bikin.

Destêwerdanên hizbî di hikûmetê de:

Yek ji prensîpên min yên esasî ew ku hizib mayê xwe di hikûmetê de neke û ez dê li ser vê baweriyê berdeam bim. Di serdemê kabîneya pêncê de me karî heta dereceyekê sînorekî ji destêwerdanên hizbî bo nav karûberên hikûmetê deynin. Divê em di xirabî û zirara wê destêwerdanê bizanin û têbigihîjin. Armnca me ya  sereke ew ku em sîstema hukimdariyê li herêma Kurdistanê bo sîstema avakirian saziyên destûrî biguherin.

Pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê:

Bi dîdtina min sedemê sereke yê neçareserkirin û yekalînekirina wan pirsên hilawîstî ewe ku hêzên îraqî têgihîştineke şaş bo destûrê Îraqê heye. Yek ji sedemên din yê yeknealîkirina wan pirsan nebûna îradeya raseqîne ya hindeke serkirdên îraqî e, bi taybeyî ji aliyê hikûmeya Îraqê ve bo çareserkirina wan nakokiyan. Heta nuha hindek serkirdên îraqî bi mejiyek kevin hizir dikin, heta ku ew mejî li Îraqê hebe, gelek dûre ku hêzên îraqî bikarbin wan arîşeyan nehêlin û çareser bikin. Dîroka Îraqê îspat kiriye ku bi tenê bi rêya diyalogê arîşe tên çareser kirin. Eger me bivê Îraq bi xêr û xweşî bijî, divê diyalogê bikin, çumkî ev pirse ji bo me hemûyan zelal û eşkerene.

Îraq ji hersê pêkhatên kurd, şîie û sune û digel hindek kêmîneyên dên pêk tê . Hilbijartinên vê dawiyê ev rastiye îspat kir. Raste ji encamêm hilbijartinê balans hindekê hat guhertin, lê realîteya siyasî nehatiye guhertin. Xelkê şîie deng ji bo şîiyam da, sune deng ji bo sinyan da û kurdan jî deng ji kurdan re da, ev jî realîteya Îraqê ye.  

Mesela federalîzmê:

Di vê em mekanîzmekê bibînin ku jiyan û aşitiyê pêkve himbêz bike. Heta nuha sîstema federalî bi yek carî li Îraqê cihgirtî nebûye.

Divê em hemû înkara realîteya Îraqê nekin. Çunkî Îraq bi ser du neteweyên sereke da dabeş bûye ku, ew jî kurd û ereb in. Herwesa ti ereb nikarin xwe li ser me feriz bikin, ji ber ku em kurd in. Tiştek ne maqûle ku piştî van çen salên serbixwebûna  li Kurdistanê, em careke din vegerin bo jiyana sîstema hukimdariya merkezî.

Lê deverên din yên Îraqê di hilbijartina hukmê ji bo wan minasib be azad in. Ji bo gelê kurd ya ku di destûrê de hatiye giring e, divê Îraq sîstemeke federalî be û kurd jî şirîkên raseqîne yên Îraqê nû bin.

 Şertên kurdan bo pêkanîna koalsiyonê:

 Şertên kurdan gelek zelal, eşkerene û gelek hêsainin ku, ew jî bicihkirina destûrê, madeya 150ê û çareserkirina pirên hilawîstî ye. Ev şertên me divê bên garantî kirin berî ku em bi aktîv beşdariyê di hikûmeta nû de bikin. Heta nuha gelek bend û madeyên destûrê nehatine çareser kirin, yek ji wan madeyên nehatine cîbicîkirin madeya 140ê ye ku pêwîste bê cîbicîkirin, herwesa qanûna petrol û gazê û hin madeyên din jî bê çarserî mane.

 Bizava Goran:

 Ji sedemên navbera serkirdên YNKê de bizava Goran ji YNKê cuda bû. ji aliyekî din, di vê dawiyê de realîteyek çêbûye. Bizava Goran 25 kursî di parlamentoya Kurdistanê û nêzîkî 8 kursiyan bo parlamentoya Îraqê bidest xistine. Bi baweriya min divê bi awayekî realîstî em, li gor hecmê wê, teamilê bi vê Goranê re bikin. nabe em înkara bizavekê bikin ku bi rêya sindoqên dengdanê û bi riya demokrasiyê derketiye. Em ji bo çespandina demokrasiyê li herêma Kurdistanê dixebtin, ji berhindê divê em hurmeta degderan û goranxazan bogirin. Bi dîtina min divê YNK û PDK bi awayekê erênî û realîstî teamulê bi vê Bizavê re bikin. opozisyon ne bi tenê kutleya Goranê ye, hin hêzên din jî weke opozisyon li nav parlamentoyê hene. Hebûna opozisyonê di nav parlamentoyê de diyardeyeke pêwîste.

 Bizava goranê di nav PDK de:

Partiya me partiyeke yekgirtî ye û em hemû bi biryarên serokatoyê pabendin. Rewşa me new eke rewşa YNKê ye, YNK li ser esasê çend aydolojê û aliyên cihê bi navê Yakêtî Niştimanî Kurdistan hat damezrandin. Di nav partiya me de teveger û meylên cihê nînin, lê dîtinê cihê li ser hindeke meselan hene. Heta di hindeke haletan de dibe ku dîtina min new eke ya berêz serokê Partî be. Lê ev tiştek tebîiye. Dîtin û hizrên cihê tên minaqeşe kirin lê hemû ji bona yeke armancê diçin, ew jî parastina yekrêziya nav Partiyê ye. 

 

Back to top button