Di hefteyekê de AKnewsê 2 xelat wergirtin
Di ahengekê de li bajarê Bexdayê Ajansa Kurdistanê ya Dengûbasan (AKnews), xelata dahênanê ji aliyê Wezareta Rewşenbîriya Iraqê ve hate bexşîn.
Bi amadebûna jimareyeke ji nûnerên kenalên asmanî û radyo û rojname û kovarên Iraqê û Mahir Hedîsî Wezîrê Rewşenbîriya Iraqê, di perawêza ahengê de li jêr navnîşana “Azadî ji kultûr û medya û jiyana me re” ku ji aliyê birêvebiriya şano û sînema ve hatibû rêxistin, ji AKnewsê re xelata dahênanê hat bexîn.
Appreciation certificate AknewsFileyh Hesen peyamnêrê AKnewsê yê li Bexdayê, bi nûnerayetiya AKnewsê xelat ji Wezîrê Rewenbîriya Iraqê wergirt.
Hedîsî Wezîrê Rewenbîriya Iraqê di dema dabekirina xelatê got, “AKnews ji dezgehên ragihandinê yên bêalî û bi xurtî di veguhastin û belavkirina nûçeyan de kar kiriye”. Her wiha Hedîsî pîrozbahî li Bedran Hebîb Berêvebirê AKnewsê û hemû karmendên wê ajansê kir.
Ji aliyê xwe ve Birêvebirê Gitî yê قano û Sînema قefîq Elmihdî ji AKnewsê re got, “Ajansê rolek mezin standiye di pitgiriya rewenbîrî û hunera Iraqî de bi riya belavkirin û veguhastina wê di malperên înternêtê de û di navgînên ragihandinê yên xwendî û bihîstokî”.
Hêjayê gotinê ye ku AKnews bi hoya bêalî û rastgoyî di veguhastin û belavkirina nûçeyan de çendîn car xelata dahênanê û rêzlênanê wergirtiye, sêema borî jî xelata “Zirêya cihêkirinê” ji aliyê Encûmena Parêzgeha Necef ve wergirtiye.
(AKnews)