Nivîsar

Heft çîrokên hirçê

PKK a ku li bakur têk çûye û li başûr jî li ber têkçûnê ye, hewl dide û wê hewl bide ku bi hinek provokasyonan lawazî û têkçûna xwe veşêre…

Nûrî Çelîk

Dibêjin heft çîrokên hirçê hebûn, hemû jî li ser dara hirmîyê bûn. Hinek kes, rêxistin û şartî hene bi dehê salan e heman çîrokan dehbare dikin û wek mesela hirçê li dora dara xwe dizîvirin. Sermaye û mîrata wan ew e. Gelek kesayet û partîyên mirî û nîvmirî sermaya berî 40 salî dixwin, bi wê sermayê dijîn û bi wê sermayê siyasetê dikin. Partîyên çalak û hêzdar ên wek PKK jî bi çalakî û gelek caran jî bi provokasyonan xwe li ser lingan dihêlin. Tiralî, bêçalakî û bê teq û reqî ji partîyên wek PKK re mirin û têkçûn e, çimkî hebûn û jiyana wan bi çalakîyan ve girêdayî ye. Helbet ji çalakî heta çalakîyan ferq heye, Çalakî hene di berjewendîya doza Kurd û Kurdistanê de ne, divê ev bên destekkirin. Û çalakî jî hene li ser hesabê dijminatî û têkçûna doza Kurd û Kurdistanê tên kirin, divê ev jî bên riswa û rexnekirin.

Pirêza hemû partîyên Bakurê Kurdistanê li ber çav e, bi taybet a PKK beloqtir û zelaltir e. Ji xwe hewce nake behsa partîyên derveyî PKK bê kirin, çimkî bi xwe hene lê li meydanê tuneye, bi zimên hene lê bi emel û livbazî tunene. Ji ber vê jî ne kes hesabê wan dike, ne jî dikarin bahwerîyê bidin civaka Kurd. Bi vê rewşa xwe ya tiralî û pasîfî erênî yan nehînî xizmeta siyaseta dewletê û PKK dikin. Yanî bi gotinek zelaltir; ne bi kêrî xwe tên, ne bi kêrî hev tên û ne jî bi kêrî civaka Kurd tên. Belkî ev gotin li zora wan biçe û dilê xwe jî bigirin, lê rastî ev e û mixabin rastî jî tehl e.    

Mijara min a vê nivîsê ne li ser wan partîyan bû. Lê ji ber ku mijarên siyasî û doza Kurd û Kurdistanê bi hev girêdayî ne, bikî nekî peşk li wan jî dikevin û meriv neçar dimîne ku şûjinan di wan jî rake. Mijara min a vê nivîsê esasen hevpeyvîna Endama Komîteya Navendî ya PKK Hêlîn Ûmît a bi Medya Haber TV re ye.

Hêlîn Ûmît, di hevpeyvîna xwe de balê dikişîne ser êrîşên dewleta Tirk û hevkarîya PDK, diyar dike ku PDK ji zirarê pê ve tiştek nedaye Kurdan û “divê ew li hember PDK hîn çalaktir bin û dawî li PDK bînin”.

Hêlîn Ûmît, bi dûvdirêjî behsa malbata Barzanî û PDK dike. Wan wek hevkarên dewleta Tirk nîşan dide. Medya başûr a PDK jî (Rûdaw jî tê de) wek medya MÎTê nîşan dide û bang li gelê başûr dike ku medya PDK neşopînin. Helbet ev dîtin û helwesta Hêlîn Ûmît û PKK ye, û li gor min ne ecêb û sosret e. Hêlîn Ûmît û PKK her çiqasî netew-dewletê ji bo Kurdan heram bibînin û di gotinên xwe de gelek caran li dijî serxwebûna Kurdistanê derkevin jî, rasterast nikarin şer û dijminatîya Kurdistanek serbixwe û Kurdên serxwebûnxwaz bikin. Ji bo karibin rasterast şer û dijinatîya Kurdistanek serbixwe û xeta serxwebûnxwazîyê bikin, divê di destê wan de mahne û hincetek hebe û ew jî Barzanî û PDK ye. Ji ber vê, neyartîya PKK a li dijî Barzanî û PKD ji bo min ne ecêb e. Çawa ku yek ji sermaya partîyên bakur neyartîya PKK be, neyartîya li hember Barzanî û PDK jî yek ji sermaye û siyaseta PKK ye, yek ji sedema hebûn û tunebûna wê ye.  

Heger em PKK û PDK bidin alîyekî, Hêlîn Ûmît peyamên gelek xeter û li dijî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê dan. Bêhna provokasyon, kujtin, wêrankirin û koçberkirina Kurdan ji peyamên wê hat. Çawa ku bi şerê xendekan Kurd û Kurdistan wêran kirin û nêzîkî deh hezar xort û ciwanên Kurd belasebeb û ne ji bo tiştekî dan kujtin, Hêlîn Ûmît jî doza heman çalakîyan dike û bang li xort û ciwanên Kurd dike ku çalakîyên radîkaltir li dar bixin. Helbet ne ji bo doza Kurd û Kurdistanê, ji bo serokê xwe Ocalan. 

Li vir divê xort û ciwanên Kurd hişyar bin, divê bên hişyarkirin ku wek carên berê, wek şerê xendekan neyên provokasyonên hin kes û alîyan û ji gur û keftaran re nebin êm û xwarin. Ewên ku li ser pişt û xwîna xort û ciwanên Kurd diçêrin û xort û ciwanên Kurd ji bo berjewendîyên xwe û xelkên din dikin qurban, bi kujtina xort û ciwanên Kurd xizmeta berjewendîyên Kurd û Kurdistanê nakin. 

Çi dema ku Kurd hem siyasî û hem aborî piçekî bi ser xwe ve tên û Bakurê Kurdistanê piçekî aram û asayî dibe, hew we dît peyamên provokasyonê hatin dan, xort û ciwan hatin provoke kirin û bêhna kujtin û wêrankirinê ji Kurdistanê fûrîya. PKK a ku li bakur têk çûye û li başûr jî li ber têkçûnê ye, hewl dide û wê hewl bide ku bi hinek provokasyonan lawazî û têkçûna xwe veşêre. Û ev yek jî dîsa bi kujtina xort û ciwanên Kurd gengaz e. 

Ezê bi gotinek M. Mistefa Barzanî dawî li gotina xwe bînim. 

“Yan emê wek milletekî azad bijîn,

yan jî ji bo paraztina azadîya Kurdistanê, 

ji bo rûmeta dayikên xwe û ji bo

bextewarîya zarokên xwe

emê bi qehremanî bimirin”.

Axir, kes û partîyên ku ne ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê lê ji bo berjewendîyên xwe û xelkên din zarokên Kurd bidin kujtin, wê di dîroka Kurdistanê de her û her bi rûreşî bên bibîranîn wesselam… 

Back to top button