Gumanbarê kuştina Hekim Lokman hat girtin
Hayrettîn O.yê ku karsazê Duhokî Hekim Lokman bi êrîşa bi kêrê li xwaringeheke otêla Fatîha Stenbolê qetil kir û karmendê xwaringehê Ugur Y. di operasyona ku ji teref timên ewlehiya Şaxa Asayîşê ve hat lidarxistin de hatinin girtin. Bi bûyerê ve girêdayî ybûyerê 7 kes hatin binçavkirin.
Li gora nûçeya Haberturkê; Karsazê ji Duhokê Hekim Lokman Tewfîq ku wek tûrîst hatibû Stenbolê, di encama şer û pevçûna li xwaringehê de bi kêran hat kuştin.
Piştî cînayetê ekîbên Buroya Cinayetê ya Midûriyeta Şaxa Ewlekariya Gel dest bi xebatê kirin.
Di lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku di şer de yê ku kêr bi kar aniye Hayrettîn O. ye. Di bûyerê de hat tesbîtkirin ku kesê ku karsaz Hekim Lokman derb kiriye, karmendê otêlê Ugur Y. e. Piştî lêpirsînê Hayrettîh O.yê ku cînayet kir li navnîşana ku li Fatîhê veşartibû hat girtin. Ekîbên cînayetê li Beşîktaşê karmend Ugur Y. girtin.
7 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de 5 kesên din ên di mala ku Hayrettîn O. lê hatibû girtin de di operasyona Fatîhê de hatin binçavkirin. Der barê bûyerê de lêpirsîna berfireh dewam dike.
Li gorî îdiayê Hekim Lokman ku bi birayê xwe û hevalê xwe re li restorantê rûniştibû bi Hayrettîn O. yê ku bi du hevalên xwe yên jin re li heman restorantê rûniştibû û birayê wî yê mezin Zeynedîn O. re nîqaş kir. ji ber ku wî ji alîkî ve li jinên ku direqisîn diêrî, ev nîqaş veguherî şer.
Ewlekariyê(karmend) otêlê Uğur Y. ku xwest şer biisekinîne, dest bi lêdana Hekim Lokman kir.
Şer ji restorante derket derê otelê û di vê heyamê de Hayrettin O. bi kêrê êrîşê Hekîm kir û kirek li dilê wî da.
Lokman ji ber birîna ku xwaribû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di operasyonê da gumanbarên ku piştî bûyerê reviyan hatin girtin.
Ji bo dosya Hekim Lokman ku li Stenbolê di encama êrîşa bi kêrê de hatî kuştin, biryara nepenîtiyê hat dayîn.
Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, Dadgeha Cezayê Sulhê der barê dosyaya kuştina Hakim Lokman de biryara nepenîtiyê da.
Ji aliyê din ve Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da.
Yilmaz di daxuyaniya xwe de got: “Lêkolînên ewil nîşan didin ku ti têkiliya bûyerê bi axaftina kurdî re tune ye û di encama nîqaşên cuda de derketiye.”
Yilmaz li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got, “Pirsgirêka me bi welatiyên xwe yên kurdîaxêv û kesekî din re nîne. “Pirsgirêka me bi kesên ku hewl didin welatê me wek amûreke lîstikên emperyalîst perçe bikin, yên ku yekîtiya me ya neteweyî dikin armanc û yên ku li ser terorê radiwestin re ye.”
Yilmaz di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
“Eger tenê ji ber ku bi kurdî diaxive êrîşek li ser kesekî bê kirin, em ê hemû li dijî vê yekê bin û ji aliyê yasayî ve çi pêwîst be dê bê kirin. Her çiqas ne wisa be jî, yên ku bi hin bûyerên nîzama giştî ve siyaseta nasnameyê dimeşînin ew in ku hewl didin xetên xeletiyên civakî biafirînin.
“Bi nasnameyan îstîsmara siyasî ne rast e”
Bêyî ku agahiyên berfireh bi dest bêxin, li benda daxuyaniyên rayedaran û pêvajoyên hiqûqî bin, bi nasnameyan îstîsmara siyasî ne rast e.
Li gor agahiyên ewil ên ku hatin bidestxistin gumanbarê kuştina Hekîm Lokman , kesekî ji Elihê ye. Lêpirsînên destpêkê diyar dikin ku ti têkiliya bûyerê bi axaftina kurdî re nîne, lê di encama nîqaşên cuda de derketiye. Kesên ku sûcdar in helbet dê di pêvajoyên edlî de bên diyarkirin û bên cezakirin.”