Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê kir
Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo destbikarbûna xwe ya wekî Balyoz li Iraqê bi Serok Barzanî ragihand û xwesta welatê xwe ya ji bo berfirehtir kirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî warê aborî û bazirganî û hemahengiya di navbera her du aliyan de dûpat kir.
Her li vê hevdîtinê de Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê bi hûrî behsa tawana kuştina geştiyarekî Herêma Kurdistanê li Tirkiye kir û ji bilî derbirîna sersaxiyê û hevxemiya xwe ya bi Serok Barzanî û kesukarên wê qurbaniyê, wê yekê bi Serok Barzanî ragihand, aliyên peywendîdarên Tirkiye bi dûvdaçûneke tevahî ji bo wê rûdanê kirine û rêkarên yasayî li ber girtine û hemû tawanbarên wê rûdanê hatine destgîrkirin û bi piştrastiyê ve tawanbaran digihine bi sizayên xwe yên yasayî.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê xwest û tekez li ser pêşxistina peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye kir.