Nivîsar

Gelê Kurd êdî bê rûmetiye qebul nake

Jibo îtîfaqa wey,
« Gelê Kurd êdî bê rûmetiye qebul nake »

Ez bi dil û can we pîroz dikim, we bi vê îtîfaqa, yekitiya xwey hêja, jibo berjevendiya gelê kurd û yek dengiya kurd avakir ez bi şexse xwe ji we ra hûrmeta xwe, ji we teva ra dişinim. Û ez gelek gelek, Spas darim.

Wexta min nûçe xend, ez gewzbum, min tena ya xwe  jibirkir û şah bum. Wek van zarukên ku sêwîne bê bav û de be, ku sêwî tiya xwe çawa jibirdike. şewqetek kete dilemin û weke ku kulmek şekire kaxizî xistin destemin, wek jimin ra bejin û gotin xwarziyemin, berxemin, beranêmin û tu çi xortek hêja yî û wek ku gotin, tu ne yeki ku, mirov karibe te jibir bike û terka wî be dâ yin, hawkas geşbum, şâ, coş bum û min wisa di dile xweda his kir, singa min bilind û serfirazbum.

Win jî deh qad û sed hewkas qad geş, şâ û serfirazbin. Tevgerên welê despekên vekirina hêviyane, însan be rûh dibe, xweşîya jiyane , bihn û tâ mâ azâdîye di dil û hestên meriv da gûl û sosin vedike. Gava rastin be, li ser haq, hukuk û di riya xwesteka azadî û bidest xistina mafê gel be, dibe be îtîfak û yekitiya hemû cuyanîyên berbirsên civat û pir rengên, ne ji hev, ji xwe her fikrên yekitiya ne wek hev, bi hevra demokrasi eve û demokrasi îdî ne ser lêvaye, Demokrasi be biryare,be tevger û be jiyan buyê. Evaya jî Diyalektika herî rast, zexm û Kurdîye.

Jibo hamû mafê gelê xwe, ev metod herî hêja, rast û pêşiya hemû şaş fahm kirine, pêşî li ser iftrayên gelê kurd, ku timî be terorizme îtham dikin û dixin sûtû yên wan, ev metoda şidete gava li ser kurdaye, tesirek gelek xirap di qada navnetewîda, îmaja gel giş xirap û tofan dike. pêşiya hemû maf, heqên pêyvendiyên demokratik jî dixitimine. Ev tevger û xebata bê şidet Pêşiya provakasiyona digre.

Bivê metoda ku we yekitiya pir reng û plurêalist ava kiriye, hertim bi vî şiklî, be îtîfaqan xeten xwey sor kifş bikin biryar xwe deklere be kirin ewê be xêra vê tevgra we emê giş bi gelê xwera ser kevin û be çekên  ATOM jî ewê nikari bin, me ji xwestekên, hemû azâdîyên rumeta mafê gelê mey Kurd û Kurdistan me be par û ji me bistinin.

Li Diyarbekir be hemû berpirs, nûneren komelan û partiyen ên esil kurd û pisporên huquqên navnetewî, siyasî, pisporên, sosyolojiye, be diroknasâ va.

Her kes li ser reng, ditin û ola xwe be rêzdari jê hev ra û be hêvra wek proja ku we, be gelek cuwanî, medenî û pêşketi, bi berpirsiyarî, di laîqî ya rêberiya gelê Kurda da, di îtîfak û yekitiya ku we çêkirî « Gelê Kurd êdî bê rûmetiyê qabul nake » Her bi jî ji wera, ê çima divê perspektive da runenên û bi awayek adil, be avabun, be aqlê selim, projeyek hevbeş çênekin, Ji bo haq û hêjayiyên rûmeta kurda rizgar bikin ji bin nîrên zilme, li ser xwestekên hemû beş û şiklên jiyane gelê Kurda. Ji rûmeta tirka ra ev 87 sale em lê rêz digrin, ew ji fên û fûtên xwe bernadin, êdi ne bese qe ?
Emê di rêz girtina xwe da berdewambin, le rêz bigrin.

Em Kurd xelkekî be şexsiyetin, ku koka şexsiyet û mirovatiya wî, le ser we xaka mezopotamya ye, ku iro li ser hemû nexşeriya dinya ye nivsandiye Kurdistan û welê dinya jî nasdike, le Tirk hê jî inkar dike. Wexta li Kurdistane, 5 hêzar berê, medeniyeta yekem mirovî dest pêkir, yek jê ava kerê wê medeniyetê gelê Kurd bu.

Tirk ev van çênd salên bere hatin welate me, înca qe em jî xwe bikin wek wan û havalên wan, na na, emê tucar weke wan nekin, ew riya wan ji wan ra pîrozbe, ew Tirkin û be aslên xwe ji asya û hinek jî vê paşiye ji ali balkana va hatin, pişti şerê jihana yekem.

Em jî, ji berê da Li Kurditana îroyin ku 5 hêzar sale jime ra dibejin Kurd,tu car gelê Kurd, be rûmeta tu gelî ra xerap ne rêntiye, gelê Kurd gelek be esîl û be ahlaqe, ew ne arda gelan koloni kiriye, ne jî înkara mafê gelan, ne jî qetl, zilm, zore li kesî kiriye û emê nekin.

Eger iro rûmeta gelê Tirk heye û ava buye, ji ber ku, para emeg, xizmet û fedekariya gelê Kurd tê da pir gelek, hêjî berdewame.
Înca em Kurd jî jibo mafê rûmeta hemû hêjayî gelê xwe, huquq û sembolên xwe hene, em dixwazin û emê bistinin.

Em nê hêvceyê rûmeta maf û huquqên ên tu kesine û ne jî ên Tirka. Û em ji rûmeta Tirka, tu tiştek, yek misqalek zere jî naxwazin, ev 87 sale, emegameyî ku ketiye jibo avabuna hemû Tirkiye ye jî, jibo mafê rûmeta gelê Tirka nîvco nebe, eme pêra biçin ba notere, be îmze û mohr, be belgeyek diyari wan bikin, ku paşi îtraza tu kesi nebe, bes emê belge da binivsinin ku Kurd 87 sale emek daye ji bo avakir û çekirina rûmeta Tirka, me gelê Kurd diyari gelê Tirka kir, çêke. Le gelê Kurd jî, ji îro pêda bo be gîje hemû mafê xwey be rûmet û azâd bike, bijî xebata bi hevra

bi jî 11 saziyen sivil û partiyen siyasiyên kurda
ji bo însiyatifa wey « Gelê Kurd êdî bê rûmetiye qebul nake »

Bi jî Yekitiya Kurda

Be rêz û silavan

  Suayip Adlig

[email protected]

Back to top button