Polîtîk

Sibe endamên Mekteba siyasî ya PDK-ê tên destnîşankirin

Li gora ku ajansa nûşa ya Aknews radigihîne; Endama Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Çinar Saad, ragihand, 9 Rêbendana 2011ê, dê endamên Mekteba Siyasî (Polîtburo) ya PDKê bên hilbijartin.

Endama Rêveberiya PDKê Çinar Saad, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, li gorî rêziknameya partiyê, divê piştî kongreyê di civîna yekem a Encumena Rêveberiya Partiyê de endamên Polîtburoyê bên destnîşankirin.

Saad, got, roja 9 rêbendanê, endamên rêveberiyê dê ji bo hilbijartina endamên mektebê bicivin. Saad, wiha axivî:

“Dê di civînê de, 15 endam dê werin hilbijartin. Heta niha hinek kesan xwe ji bo vê yekê namzed kirine, lê navên wan nehatine aşkerekirin. Tê payîn jinek jî bibe endama mektebê.”

Endama Rêveberiya PDKê, da zanîn, di civîna 9 rêbendanê de, Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û her wiha hemû endamêm rêveberiyê dê amade bin.

Kongreya 13emîn a PDKê, navbera11-17 Kanûna 2010ê li Hewlêrê hatibû lidarxistin û 51 kes ji bo rêveberiya nû ya partiyê hatibûn hilbijartin.

Back to top button