Polîtîk
Saleh serdana Îranê dike
Biryare sibê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke bala ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekê fermî û li ser vexwendina komara Îslamiya Îranê serdna Taranê bike.
Di wê serdanê de dê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re digel mezine berprisên komara îslamiya Îranê re bicivin û xurtkirina têkeliyên dualî yên di warê abûrî, bazirganî û diplomasî de di wan civînan de bên minaqeşe kirin.
Hijamereke wezîran, serokên odeyên pîşesazî û bazirganî û hijmareke bazirganên Kurdistanê dê bi serokê hikûmetê re serdana Îranê bikin.