8'ê Rêbendan
8’ê Rêbendan
Di sala 1642’an û di rojekî wekê îroyê de zanyarê stêrnasê Galileo Galilei di hepsa xwe ya li malê jiyana xwe ji dest dide.
Galileo Galilei ( d.b.15’ê reşemiya 1564 li Pîza, m. 8’ê rêbendana 1642 li Arketrî) yek ji avakerên fîzîka nûjen, stêrnas (astronom) û zanyarên Îtalî ye.
Galileo Galilei di şoreşa zanyariyê de rolekî mezin lihîstiye. Galilei kesekî wekê Bavê stêrnas, bavê fîzîka nûjen, bavê zanyariyê yan jî bavê zanyariyê nûjen tête naskirin. Stephen Hawking ji bo Galilei wiha digot : Belkî ji mirovên din û berpirsyarê zayîna zanyariya nûjenê ji kesekî zêdetir kesek bû.
Bavê wî Vincenzo Galile¬i mûzîkarekî navdar bû. Di sala 1581’an de Galileli dest bi perwerdeya bijîşkî li Zanîngeha Pisa dike lê ji ber xizaniyê nikare bidomîne. Di zarokatiya xwe de her dem bala wî li ser matematîkê bû, ev yeka han dibe sedem kû Galilei di sala 1589’an de profesoriya matematîkê bidestbixe. Gelek keşfên nû dike, bo mînak termometre, pîvanoka pêlên dil hwd. Dîsa wî çiya û baniyên heyvê tesbît kiriye, gera erdê rave kiriye, 4 kaşanokên Jûpîterê tesbît kiriye, agahî li ser Venûs û Satûrnê daye, mîkroskop bipêşxistiye hwd.
Pirtûk û angaştên Galilei bi xweşî dêrê naçe û jê tê xwastin ku li dijî zagonên olî dernekeve û ji gotina xwe ya “Erd digere” were xwarê, înkarbike. Komîsyona darizandinê ya Papa û dadgehdike. Galilei di dadgehê de gotina xwe ya navdar dibêje “Ez bibêjim, nebêjim erd digere”.
Galileli bo temendirêjiya xwe tê zîndanîkirin. Di zîndanê de çavên wî kor dibin û piştre jî li zîndanê dimire.
Îro em dizanin êdî dinya li dora xwe digere, lê wê demê pirr dijwar bû ku mirov li dijî zanînên kevneperest derkeve.