Li başûrê Sudanê ji bo serxwebûnê referandum
Li herêma başurê Sudanê xelk di derbarê avakirinekî dewletekî serbixwe de ber bi referandûme ve diçin.
Ewiltrîn guhertina dîroka ya sala 2011’an li Sudanê pêk tê. Xelkê Sudanê ji bo serxwebûna başûrê Sudanê ber bi sendoqê ve diçin û qederên xwe tayin dikin.
Referandum ji bo tinekirina şerê di navbera bakur û başûre Sudanê de şertkekî bû û ji ber vî jî çend peymanên aştiyane hatîbûn îmzakirin.
Her du aliyê Sudan ji pêvajoya mêtingerî û vir ve li ser xetên cudayê de ne. Başûr û bakurê Sudan hem ji aliyê ol,çand û hûner hem jî ji aliyê netewe ve xwedî cudahiyên zêdene.
Li bakurê Sudanê pirtir Ereb dijîn û Misilmanin li başûrê jî pirtir eşîrên Efrîqayê dijîn û xwedî baweriya anîmizmê ne.
Navenda rêveberiya Sudan li bakurê welêtê ye û rêveberiya bakur naxwazin ku başûrê welêt cuda bibe ji ber ku li başurê Sudan xwedî dewlemendiyên petrolê ye.
Di heman demê de mijarên wek parkirina çavkaniyan û sererastkirina hemwelatiyê pirsgirêkek mezin xuya dibe û piştî referandumê ew jî li benda çareserkirinê zehmetê ye.
Li pêşiya biryara referandumê gelek car alozî hatiye qewimandin lê a niha her du alî jî ji wan alozî û ji tundûtijiyê dûr ketine.
Lê belê hikumata navendî ji cudabûna başûrê ne lê Serok Komarê Sudanê di demekî pêş de çûbû başûrê û daxuyakirîbû ku ger piştî referandûmê biryara serxwebûnê derkeve emê bipejirînin