Kultur

Ferzende Beg (Siwarê Eznawir, Bavê Elfesya)

“…De lêxin bavê bavê min o lêxin, sûslemeyan ji stûyên xwe bînin, qûndaxên Martelî û Modoliyan li erdê xin. Em hene ji berê û paş de dijminê Romê, qaçax û fîrarê dewletê ne. Berxê mala Emer in, mezin û biçûkên me rabûne ranebûne, mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd)…”

Bi texmînî di salên 1889-1892ê de hatiye jiyanê û 1933ê de li zîndanên Îranê ji aliyê dewleta Farisan ve hatiye şehîdxistin.

Lawê Silêmanê Ehmed e. Navê diya wî Asya ye. Ji êla Hesenan e. Di dema Osmaniyan de qeymeqamiya Milazgir a Mûşê dikir. Bi damezrandina Komara Romê (Komara Tirkiyeyê) û destpêkirina siyaseta qirrkirina Kurdan ve, dest ji qeymeqamiyê vedikişîne û tevlî serhildanên gelê xwe dibe. Ew yek ji pêşawayên Serhildana Agiriyê ye.

Li Dûtaxê, Panos, Çiyayê Kurtik, Kop, Milazgir û Çewlikê bi hêza pêşmergeyên xwe ve derbeyên mezin li artêşa Tirkan dixe. Di Serhildana Şêx Seîdê Pîranê de bi tevî eşîra xwe cih digire.

Miroveke nûjen, ciwanmerd û zana bûye. Li yekîtiya eşîran geriyaye, xwestiye tevayiya êlên Kurd li dijî zordariya Komara Romê birêxistin bike. Piştgiririya xizanan dike, pirraniya erd û milkên malbata xwe di nava xizanan de parve dike. Diya wî Asya Xanim ji êla Sîpkan, keça Hecî Ûsiv Paşa ye.

Di serhildana Agiriyê de piştî Îhsan Nûrî Paşa û Bro Hesko (Brahîm Paşa) Têlî, ew tê. Ew bi lehengên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Hiseyn Paşa), Keremê Qolaxasî, Reşoyê Silo, Seyîdxan, Elîcan û Zahir Axa re hevaltiyê dike, bi wan re li artêşên Romê (Tirk) û Farisan dixe.

Derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin

Pistî şikestina hêza Serhildana Şêx Seîd bi tevî pêşmergeyên xwe yên siwarî tevlî Serhildana Agiriyê dibe. Di bin fermandariya Îhsan Nûrî Paşa de, li Tirkan dixin. Heya Ezirganê seferan dikin û li baregehên didin. Şerê gerîlla dimeşînin.

Bi têkçûna Serhildana Agiriyê ve îcar jî derbasî Îranê dibin ku bi tevî Kurdên Îranê xwe ji nû ve birêxistin bikin. Lê, artêşa Îranê jî, li ser daxwaza Tirkan li benda wê ne. Wekî her carê, dewletên dagirker dîsa alîkariya hevûdu dikirin. Dewleta Îranê jê daxwaza teslîmbûnê dikin ku rûmeta wan bişkîne. Pêşmergeyên Kurd bi tundî viya red dikin.

Di nava hêzên Farisan û pêşmergeyên Kurd de, şerên dijwarî û têr xwînî pêk tên. Bi texmînî hêza artêşa Îranê 6-7 hezar leşker e. Fermandarê wan jî Kelb Elîxan Nexşîwan bûye.

Hejmara peşmergeyan ku Bro Heskî Têlî û Keremê Qolaxasî jî di nava wan de ne, li dora 800 kesî ye ku ji wan jî qismekê ne biçek in, sîvîl û birîndar in. Gorî hin çavkaniyan bes 150-200 şervan in, ên din jin-zarokên ji ber komkujiya Tirkan direvin in.

Ji pêşmergeyan bavê Ferzende Beg Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî, Evdilbaqî, Şemsedînê Xalid û li dora 150 sîvîl û pêşmergeyên temenciwan şehîd dikevin. Ferzende Beg jî birîndar dibe.

Pêşmergeyên sax dimînin li dijî Farisan taktîkên nûjen ên şer diceribînin û ziyanên mezin didin artêşa Farisan. Xwe digihînin Simko Axayê Şikakî. Bi texmînî heya ku xwe dispêrin Simko, 700-800 eskerên Farisan, gelek sîvîl û 50-60 jî pêşmerge jiyana xwe jidest didin.

“Ferzende tu li kû yî?!”

Ferzende Beg bi du yan sê guleyan birîndar e. Bi şikestina Simko jî tê dîlgirtin. Dewleta Îranê wî davêje zîndanê. Ew li zîndanê jî ji Kurdan re dibe pişt. Bi fermana Şah bi jehrê tê kujtin. Dixwazin bêjin “Ferzende Beg ji qelsiyan jehr xwariye, xwe kujtiye”.

Hevjîna wî Besra Xanim çend caran tê dîtina Ferzende Beg lê wê jî qedexe dikin. Bi fermanekê nahêlin Besra Xanim vegere Kurdistana Bakur, nav xizmên xwe. Li Îranê bêî pere û bêî kes dimîne. Parsê dike û pere ji Ferzende Beg re dişîne zîndanê. Piştre hişê xwe winda dike û tenê gotina “Ferzende tu li kû yî?!” dide ser zimanê xwe.

Aqûbeta Besra Xanimê nayê zanîn. Derbareyê wê û sîvîlên ku xwe ji komkujiyên Tirkan difilitînin û dispêrin Kurdên Îranê de hemî agahî di arşîvên Dewleta Îranê de ne. Mixabin ew jî wekî Dewleta Tirk an wan îmha dikin, an jî dernaxin ronahiyê.

Agahiyên di destên me de hene ji gotin û şahîdiyan, ji nivîsên Îhsan Nûrî Paşa, ji Simko, ji helbestvan Osman Sebrî û stranên dengbêjan in.

Strana dengbêjiyê wiha behs dike (Versiyona ku dengbêj Resoyê Gopalan gotiye):

Asyayê bi sê denga bang dikir, digot:

Lê lê Besrayê, rebenê, sibe ye

Şerek li me qewimî

Li ber sûr û bedena Selîm Begê

Li hewşa kafirê Emirtûman

Ji êvara Xwedê de

Asyayê digot lê lê Besrayê

Agirê Helebê bi derê mala bavê te ketê

Tu here li ber çoka Ferzende rûnê

Bêje Ferzende, mala te xirab be

Mala min jî pê re

Te digot, ” Ez Ferzende me

Ez bavê Elfesya, siyarê Eznawir

Xwedanê çapilya piçûk im

Li welatê Tirk û Farisan de

Mêr li ser min re qet tune ye.”

Ferzende digot Besê,

Bila agirê kulê bi derê te keve

Li pêşiya me leşkerê Kelb kurê dêlan e (navê fermandarê Îranê Kelb Elîxan Nexsîwan e)

Ecem e bê dîn û bê îman e

Li ser serê me gurmîniya topan e

Giregira tomotîkên makîneliyan e

Nade me molet û ti eman e

Ez ê bi cotê gulê vî zalimî birîndar im

Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e

Ne şerê duwanzde bavê eşîran e

Ev şer, şerê tev Kurdan e.

Ez ê bi gula tomotîka vê kafirî birîndar im

Destê min tetika Modoliyê nagire

Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran

Heyfa min tê li wî heyfî

Çar zabitê vî kafirî

Li ser me re sekinîne

Ji milê Silêmanê Ehmed

Bavê Kazim standin Modoliyê

De lêxin bavê bavê min o lêxin

Sûslemeyan ji stûyên xwe bînin

Qûndaxên Martelî û Çapeliyan li erdê xin

Em hene ji berê û paş de dijminê Romê

Qaçax û fîrarê dewletê ne

Berxê mala Emer in

Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne

Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd)

Le belê ji êvara Xwedê ve
Li gohê min xweş tê

Dengê gula topê li me sil kir

Sewtêna mîrata vê boriyê

Gule û barûdê vî kafirî

Li me dibare dayê mînanî

Tevana gelo li ber taviyê

Ji êvara Xwedê de teyrê ecelê

Li ser serê me Kurdan re digerîne

Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de
Mêr di ser min re qet tune ne
Eva ne şerê Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê Sînikan e
Ne şerê duwazdeh bavê eşîran e
Eva ecem e ‘bêşincî mezheb’ e
Ne dîn e ne îman e
Li qarşî şerîeta Mihemed
Li hember me disekine

Ji me re dixwîne meydan û ferman e
Ji êvara Xwedê ve
Cinazê Silêmanê Ehmed
Bi tevî komê Hesenan ve
Gelo li pêş miqabilî çavê min e

Ezê bi sê gulê tometîka vî kafirî
Birîndar im
Destê min têtikê mîrata modoliyê
Modoliyê nagire dayê rebenê
Pêçîka min a şahidê li min nagere
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wê heyfê
Çar heb ji tixayê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim digirtin
Dixistin tifinga Modoliyê

Le Axao wile nabe bile nabe
Îşev sê şev û sê roj e
Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî
Mêrekî çê tê kuştinê
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sond xwariye
Tê kuştinê lo bira jê venabe
Erz û eyalê Mala Emer
Îşev sê şev û sê roja
Li kavila Îranê digere nagere der nabîne
Ji xwe re li ser pişta kihêl û malekiyan
Lo bira peya nabî

Kerem dibê wez Kerem bim
Ez Kerem bim
Ez firar û qaşqûrê mehkûmê
Dewletê bim
Berxê Mala Emer bim
Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim

Bi sêr û pilingên gurxwar re heval bim
Evî kafirê li bira qesr û qonaxê me girtine

Ji wekî me gurxwaran re

Ji maleke wekî mala Emerê Gulîxwur re
Dibên tivingên destên xwe daynin

Hela binêre li van tixa û qancarên Eceman

Li van sêrbaz û bêsinc û papaxgeniyan

Li vê Feleka malikmîrat a şaşdêran

Ecem bûye mêr û dibêje tifingên xwe daynin

Teslîmê çelengên me bin

De lêxin bavê bavê min o lêxin

Sûslema ji stûyê xwe daynin

Qûndaxên Martelî û Modoliyan li erdê xin

Em hene ji berê û paş de dijminê Romê

Qaçax û fîrarê dewletê ne

Berxê mala Emer in

Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne

Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd)

 

 

14ê reşemiyê 2010

[email protected]

Êlxan Penaber

(Nasname)

Back to top button