Polîtîk

Armanc vegerandina Kerkûkê ye

Berbijarê lîsta hevpeymanîya Kurdistanî Xalid Şuwanî ragihand , ku bernameya serekî ya lîsta hevpeymanîya Kurdistanî  vegerandina Kerkûk û deverên cudakirîyên dinên Kurdistanê ji bo ser xaka herêma Kurdistanê ye.
 
Li gora siteya rojnameya Xendan , Xalid Şuwanî endamê encûmena nûnerên Iraqa federal yê li ser lîsta hevpymanîya Kurdistanî û berbijarê hejmar sê li lîsta hevpeymanîya kurdistanî, di hilbijartinê vê care de ragihand , ku bernameya serekîya lîsta hevpeyamanîya kurdistanî pêkanîna maddeya 140-ê y a destûra Iraqê ye û herweha vegerandina deverên cudakirîyên kurdistanê bo ser xaka herêma Kurdistanê ye.
Xalid Şuwanî herweha da xuyekirin , ku pirsa here giring a Iraqa federal di vê dema niha de pirsa Kerkûkê û deverên cudakirîyên dinên herêma Kurdistanê ye. Şuwanî ragihand , ku lîsta hevpeymanbîya kurdistanê dê bi şêweyek xort piştevanê bi cih anîna maddeya 140-ê ya destûra Iraqa federal be û herwisa vegerandina deverên cudakirîyên herêma kurdistanê bo ser xaka herêma kurdistanê be.
Hêjayê gotinê ye parêzgeha Kerkûk û hinek beşên parêzgehên Dîyale , Mûsil û Selaheddîn beşek li xaka herêma Kurdistanê ne kû ji alîyê desthilatdarên berê yên Bexdadê ve ji xaka kurdistanê va hatine veqetandin. Li gora maddeya 140-ê ya destûra Iraqê dê çarenûsa van deverên kurdistanî  bi pêkanîna referandomê bihêt xuyakirin.

Back to top button