Polîtîk

Biharê uras ji dev bdp-ê berdide

Enqere – Parlementerê Stenbulê yê serbixwe Ufuk Uras, piştî  girtina DTP-ê,  ji bo ku partiya nû BDP bikaribe li parlementoyê guruba xwe çêbike ket di nav refên BDP-ê de. Lê dixweyê niha Ufuk Uras cardin dê ji BDP-ê istifa xwe bide. Dema Uras  ji BDP-ê veqete guruba wan di parlementoyê de namine. Ev y ek dê ji bo BDP-ê bibe xusarek.

Ufuk Uras bi daxûyanikî de ragihand ku, ewê biharê partiya xwe damezirîne. Dema Uras partiya xwe çêke dê ji BDP-ê veqete. Uras got ku , ew li gel hinek gurubên din û li gel beşek aleviyan di nav hewldanekî de ne k u partiyek nû bête damezirandin.  Di vê derbarê de Uras got: “ Xebata me  ji bo damezirandinê berdewame , em di destpêka biharê de partiya xwe ava dikin û cihê xwe di nav siyasetê de bi vê partiyê digirin. Partiya me d ê partiyek çep û hevdem be.“

 

 

Back to top button