Dosya

Erê yan Na

Pêş hemu tiştî lazime ku em bêjin “referandum” serlêdaneke u  her wiha amureke demokrasîyê ye. Di sîstemên demokratîk de her çend “Meclîs” hebîn u dî wan meclîsan de nunerên gel ango kesên helbijêrder hebin jî, hinek caran, sedem mijarek gelemperî hewcehî bi raya giştî a gel heye. Referandum di halek de ezmûneke jî.

Bi serê xwe, îro ev gengeşîyên derheqê demokrasî u çareserkirinên welat de ku bi her alî ve berdewamin, nîşana pêşketin u demokrasîyek berfirehin. Yanî ew mizgînîyek baş didin ku rojên ayende wê ji rojên rabirdî u ji îro gelek baştir bin.Kesên dûrbîn divê  paşerojê ji îro ve bibîne.

Beramber bi dîmenek wiha,ma ne hewceye ku mirov bibe handerê geşbuna demokrasîye u xweşbuna jîyana civakî.? Kîjan aqil dikare xwe heta dawîyê li himberê perwerdehî u guhastinan rabigre.?

Lazime ku mirov buyer u mijaran teklîhev neke. Eger ku raya we “erê” be ev yek nayê wê wateyê ku “ tu alîgirê AKP” yê yî. Eger ku bejî “ na” tu nabî alîgîrê “MHP”ev yek raste; ,lê eger bejî “na” tu bivê-nevê dibî piştevanê hêzên statukoyê ku ewin sedemê ne guhartin u nûbûnan.

Du rê henin: yan divê terefdarê guhertin u pêşketinan bî, yan jî, alîgirê statukoyê,  ango dewletpîrozîyê bî. Kesên ku selametî u xweşhalîyê divên, kesên ku guhertîn u guhastinên demokratîk divên, lazime  ew mirov – serkeş u rêveberê van karan kî bin bila bibin- terafdarê hemu tevgerên pêşketî bin u hêz bidin cehdên guhertînên demokratîk.

Kurd, ji sîsîya yekê komara Tûrkîye ne. Çendîn sale ku ji bo jîyanek serfiraz u azade lî ber xwe didin. Ewên ku bi dijwarî hetanî îro li dijî van helwestên Kurda derketine, her dem statûkoparêz u dewletparêz bune. Ev dewlet li ser bingehê koletîya kemanî u netew u etnîseyên curbecur yên ku heyîna wan hatîye înkar kirin, hatîye damezrandin.

Statûkoya vê dewletê jî, her tim serdestîya Tirkan li ber çehv girtîye. Yanî nîjatperestî u Tirkperestî sîyaseta sereke a dewleta Tûrkîye buye. Başe ma ne başe ku ev sitatuko hilweşe u gelen ku bi ser qedera wan ve ax hatîye serpoş kirin; çehvê xwe vekin u li maf u berjewendîyê xwe xwedî derkevin.?

Bi raya min,Kurd, lazime êdî sîyasetek mîllî bi domînîn. Sîyaseta mîllî, maf u berjewendîyên millet li ber çehvan digre u tevgerên xwe li wê gorê sererast dike. Em bi tu şîweyî nabe ku hêz bidin bereya dijminên Kurdayetîyê.

Neçûna ser sandoqê, ango “boykot”jî, bê gûman, bêdeng kirina milletê Kurde. Bêdengkirin ew tişte ku mirov bandûra xwe deyne ser îradeya millet. Yanî mirov destê xwe deyne ser devê millet u nehêle ku dengê millet derkeve u pêjin jê bê. Ev yek ji şîveyekî zordestîyê ye. Boykot sîyasetek şîlo u bê feydeye. Boykot ne bi mafê mîllete Kurde.Ew tenê, xwetêrkirinek marjînale u neheqîyek sitratejîke.

Lazime ku Kurd bêjin “ERÊ”.Ev guhertîn têra me nakin. Ji bo demokrasîyek bê qisûr, hê gelek tişt lazimin. Bê gûman ev guhertinên vê referandûmê ne besin; lê dîsan jî “erê”.

Jî bona “rubirubuna”zordestîya 12 yê İlona sala 1980. Ji bona ku destê nijatperest ji ser qedera millet rabin. Ji bona ku bandura generalan ji ser paşeroja gel rabe, jibona ku derî li gelek tiştan vebin,sedem ku demokrasî êdî xurt bibe; ez jî, wekî gelek kesên bîrewer dîbêjîm “ERÊ”

Latîf Epözdemîr

Back to top button