Nivîsar

Tevgera Kurd, PKK û çek

Piraniya caran mirovê siyasetê dikin li gora kes û dezgehên helwesta datînin nirxandina xwe dikin.Belkî avayê nirxandinê pêwistiyek ya siyasetêye. Partiyek siyasî dema karekî dike, yan jî di derbarê pirsekî de helwestekî radigihîne, mirov piraniya caran ji karê tê kirin yan jî helwesta hatî ragihandin gelektir wê partiya siyasî yanî xwediyê kiryarê yan jî helwestê dinirxîne. Li gora rênîna mirov ya  di derbarê wê siyasetê de, ew kiryar yan jî helwest tê şirovekirin. Tu caran mirov helwest û kiryarê bi sere xwe nanirxîne . Yanî bi awayek din helwest û kiryar li gora xwediyê xwe tê nirxandin û tim dimîne di bin siha xwediyê xwe de.

Gelek cara bûyerên siyasî û taybetî qonaxa ku mirov têre derbas dibe, kesayetên siyasî mecbûrê siyasetek pragmatik dike. Yanî siyaset li gora hinek berjewendiya tê nirxandin. Herweha ji vê yekê mirov li gora hinek berjewendiyan jî, kiryar û helwesta dinirxîne. Dema helwestek, kiryarek ji xwediyê xwe serbixwe bête nirxandin encama perspektîfa mirov jî diguherê.

PKK-ê, piştî demek tevlîhevî û nexweşiyê cardin agirbest ragihand. Ragihandina agirbestê bi sere xwe tiştek erêniye û dive pişgirî lê bê kirin. Îro gelek vekirî agirbest di berjewendiya tevgera kurd de ye û di vê qonaxê de karneînana çekan rêya berbiçûyîna demokrasiyê ji tevgera kurd re vedike. Ji hemiyê girîngtir, em hemi her demî behsa dewleta kûr, dezgehên tarî di nav dewletê de,behsa rêxistinên wek Ergenekon û JITEM-ê dikin. Heyîna şer, meydana xebata van dezgehên tarî fireh dike. Em hemi dizanin dewletê di hinek konaxan de ev dezgehên tarî ji bo têkbirina tevgera Kurdistanê karanîne û pişgirya wan kirine. Di bingehê xwe de ew dewlet bi xweye.

Divê em bizanin ku ev dezgehên tarî di nav piraniya partiyên siyasîyên kurdan de, di nav dam û dezgehên kurdan de jî kasî ku karîne cihê xwe dîtine û xwe bi awayekî rêxistin kirine. Veca dema şer tunebê, ev dezgehên tarî di nav kurdan de jî eşkere dibin û li gora şeklê xebatê tu nanê wan di nav kurdan de namîne. Ev bi xwe dibe sedemek bingehîn di nav kurdan de hevkariyek peyda bibe û ji bo destxistina mafên rewa yên kurda yekdengiyek bête avakirin.
Dema şer nebê, ji hemiyê girîngtir, insan nayên kuştin, gund naşewitin , xelk koçber nabe û rûyê reş yê ku kiryarên xirab dikin û yên leyiztika li ser kurda çêdikin eşkere dibe. Tunebûna şer dihêle ku xelk nefesekî bi hesanî bistîne û bi azadî bifikire. Tu caran insan di bin siha tifengê de nikare azad bifikire. Insanên azad bikaribin bîr û baweriyê xwe bêjin, çêtir dikarin pêşiya xwe bibînin û siyasetekî di xizmeta gelên xwe de biafirînin.

Di vê qonaxê de piraniya partiyên Kurdistanê, siyasetmedar, rewşenbîr û dam û dezgehên sivîl, baweriyê li aşitiyê tînin ji bo destxistina mafên rewa yên gelên Kurdistanê rêya diyaloge,dayînstandinê û metodên demokratî diparêzin. Başe dema mirov di qonaxekî de behsa van tiştan bike û bawer bike ku, şer ne pêwiste divê şer bi temamî werê rawestandin.

Agirbesta ku PKK-ê ragihandî sedem çibe bila be, PKK û Ocalan vê agirbestê çewe dinirxînin bila binirxînin. Mirov gotinan wan rexne dike yan nake. Lê ya girîng agirbest bi xwe ye.Divê herkesek hêvî bike ku, ev agirbest bibe destpêka pêvajoya nehiştina çekan û heta devjêberdana çekan.Siyaset divê ne li gora helwesta hukumetê bête kirin, divê li gora berjewendiyên miletê kurd bê kirin . Gelek alî ji vê agirbestê nexweşin, ji ber ku leyiztikên wan bi vê agirbestê tê xirakirin, û hêdî li himber bûyerên civakî yên erênî nikarin plan û programên qirêj bi hesanî bikin. Ji ber ku şer bingehêpravakasyonên dezgehên tarîne.
Em hemî dizanin di hemî aliyan de insanên li ser xwîna tê rêjandin siyasetê dikin û di nav civatê de ehtubarekî dibînin hene. Yanî li ser xwîna zarokên xelkê dijîn. Dema şer nemînê jiyana wan ya li ser xwînê jî dawî tê. Hingê kesayetên bi xwedê nirx , xwedî bîr û bawerî û kesayetên pakij di meydana siyasetê de dixweyên. Ev bi serê xwe destkeftiyek herî mezine ji bo tevgera kurd.

Ev agirbest ji agirbestên hemî demî girîngtir e. Cara yekem ku, bi gelemperî pişgiriya helwestek ya ku PKK-ê ragihandî bi vî awayî tê kirin. Ev delîlê wêye ku, ew agirbest piştî hinek gengeşeyan hatiye standin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, Hukumeta Herêma Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê û Neçîrvan Barzanî ev agirbest erênî nirxandin û pişgiriya xwe dan ragihandin, partiyên siyasî li Bakur, siyasetmedar û rewşenbîra girsehî pişgiriya vê gavê kir. Divê PKK, vê pişgiriya ku ji bo agirbestê hatî kifşkirin baş bibîne,û li gora wê jî xwe helwesta xwe çêtir berçav re derbas bike û vê agirbetsê bike destpêka prosesek nû ya pêkanina rêya diyalog û danûstanê.

16.08.2010
Dara Bilek

Back to top button