Civak
Kurdekî din li leşkeriya Sûriyê hate kuştin
Roja Pêncşemê, rêkeftî 12.08.2010-an malbata leşkerê kurd Mistefa Ebdo termê kurê xwe wergirt. Mistefa Ebdo erkê parastina welat nêzîkî bajarê Himsê pêk tanî û çar meh borandi bûn.
Efserekî ji malbata wî ragihand, ku di dema pasvaniya şevê de gule ji tivinga wî derketiye û ew kuştiye! Lê hinek hevalên wî jî tersî vê yekê gotin, ku ew bi guleyekê ji tivingeke din hatiye kuştin.
Mistefa Ebdo, ku navê diya wî Wedha ye û di sala 1982an ji dayik bûye, ji gundê Mercê yê girêdayî navçeya Dêrikê ye.
Bi kuştina vî leşkerî, hejmara leşkerên ku di sala 2010an de di artêşa Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane, dibe şeş leşker. Heya aniha tu vepirsîn derbarê vê rûdanê pêk ne hatine.
Baran Qamişlokî/CivataXortan