CHP komkujiya Dersimê mafêkî yê dewletê dibîne
Di çerçova propagandeya referandumê de, niqaş li ser pirsa Dersimê geş dibe. Serokwezîr Erdogan axavtinek ya xwe de behsa pirsa Dersimê kirîbû. Erdogan weha gotibû: “ Niha serokê partiya muxalefetê yê CHP-ê ji kûye? Dersimiye.Hun dizanin ku di derbarê Dersimê de min çi gotin gotine. Kî Dersim bombebaran kir? Kî bombe li gundin Dersimê barandin? Bombe li Dersimê bi fermana serokkomarê wê demê Ismet Inonî hatin barandin. Inonî serokê CHP-ê bû.Yanî CHP-ê Dersim bombebaran kir. Tê gotin ku 50 hezar insan hatin qetilkirin. Eve derbasbûya we. Hun werin ji berî her tiştekî xwe ji vê kiryarê pakij bikin.“
Serokê CHP-ê nekarî di vê derbarê de bersiva Erdogan bide. Lêbersiv ji parlementerê Yalova û serokê gruba CHP-ê, Muharem Înce hat. Înce di bersiva xwe de dibêje: “ Ey Erdogan tu zilamek bê vijdanî. Tu dixwazî bavêjî Ataturk lê tu nikarî vê yekê rasterast bikî.Tu li ser Înonî re tavêjî Ataturk. Eger ne Înonî bûya niha te li Guneysoy (gundekî Behra Reş gundê ku eslê Erdogan jêye) giya kom dikira. Eger îro tu serokwezîrbî ev ji saya serê Înoniye.“
Parlementerê CHP-ê vekirî dibêje , eger Li Dersimê 50 hezar nehatibûna qetil kirin niha Tirkiye wê tunebûye û tu jî ne tiştek bûya.