Polîtîk

Em piştgirîya çalakîyên meşrû yên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin

 

Piştî ku Dewleta Îranê buhayê benzînê zêdetir kir, li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bi deh hezaran kes bi xwepêşandan û bi grev û çalakîyên sivîl ev zêdekirina buhayê benzînê protesto kirin.

Dewleta Îranê êrîşên hovane dibe ser gelên ku çalakîyan li dar dixin. Di encama van êrîşên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser gel hatîye kirin de , heta nuha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.Protestoyên gel hîna jî bi awayekî girseyî berdewam in.

Van çalakîyên îro li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê rûdidin,di eslê xwe de, li himberî, xizanîyê, buhayîyîyê, çewsandinê û tunabûna xizmetguzarîyê, li himberî zilm û zordarî û neheqîyê serîhilanek e; li himberî qebûl nekirina mafên netewî û demokratîk yên miletê kurd serîhildaneke; li himberî tunebûna demokrasîye û li himberî binpê kirina maf û azadîyên hemû pêkhateyên civakî, olî, etnîkî, mezhebî, cinsî, li himberî îdam û kiryarên ne mirovane yên Dewleta Îranê serîhildanek e.

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo piştî van protestoyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyanîyek da û got ‘Emerîka dengê we dibihîze, Emerîka piştgirîya we dike, Emerîka li gel we ye’. Helbete ku piştgirîya Emerîka û dewletên Rojavayî ya ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelekî girîng e.

Lê piştî ku Donald Trump li Rojavayê Kurdistanê Kurd li ser piştê hişt û gilopa kesk ji êrîşên Dewleta Tirkîyeyê re pêxist, gelo ma Kurd dê bikaribin weke ku tu tişt nebûbe, bawerîya xwe bi Emerîkayê re bînin? Mixbin gelekî zehmete ku meriv bersîveke erênî bide vê pirsê.Û ev sîyaseta bêîstîkrar ya ku Trump dimeşîne, di eslê xwe de ji bo Kurdan bêşansîyeke jî.

Di têkoşîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî Dewleta Îranê de, helbete ku pêwîstîyeke mezin bi Emerîkaye û bi dewletên Rojavayî heye.Lê ev helwesta Trump ya li Rojavayê Kurdistanê danîye, ji alîyekî bêbawerîyeke mezin peyda dike, ji alîyekî ve jî şans, bawerî û hêvîya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi Emerîkayê re jî zeîf dike.

Em têkoşîna ku gelê mê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadîyê, ji bo edalet, demokrasî û jîyaneke bi rûmet dimeşîne wek têkoşîna xwe dibînin û em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne, em piştgirîya wan dikin.

Pêkanîna tifaqeke netewî û demokratîk ya hemû partîyên

Rojhilatê Kurdistanê îro ji hemû demê zêdetir pêwîst e, dîrokî ye. Em di wê bawerîyê de ne ku, partîyên Rojhilatê Kurdistanê bi vê hişmendî û hestyarîyê dê gavên pêwîst bavîjin.

Tifaqa netewî û demokratîk ya di navbera partîyên Rojhilatê Kurdistanê de di hevkarî û tifaqên li gel gelên Îranê de jî Kurdan bihêztir bike, dê têkoşîna li dijî Dewleta Îranê xurtir bike.

Em di wê bawerîyê de ne ku, di vê dema ku bi zehmetîyan ve hatîye hûnandin de, divê xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê di van du xalan de hişyar , hesas û agahdar bin: Yekem, divê heta ku bikaribin di qada navnetewî de dijminên xwe kêm û dostên xwe zêde bikin. Duyem, li ser gotin û waedên hinek dewletan, barê ku ji qaweta xwe zêdetir hilnegirin.

Em piştgirîya çalakîyên girseyî yên meşrû û ji tûnd û tûjîyê dûr yên bi Kurd û Faris û Azerî û Ereban ve hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin.

Em şîdet û êrişên Dewleta Îranê yên li ser çalakîyên sivîl yên gel şermezar dikin.

Ew kesên ku di êrîşên Dewleta Îranê de hatine kuştin, xwedê wan bi rehma xwe şad bike. Ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Emerîka, Rûsya, Yekitîya Ewrûpa, Komkara Erebî, rêxistinên navnetewî yên mavê mirovan, raya giştî ya cîhanê dikin da ku di daxwaz û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, edalet û jîyaneke birûmet de piştigrîya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bikin. Divê bi yekdengî hûn ji van kiryarên Dewleta Îranê yên ji mirovahîyê dûr re bêjin ‘bes’e.

18.11.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button