Polîtîk

Kerkûk: Nêzikbûnek di navbera Kurd, Ereb û Turkmanên de çêbûye

Berpirsekî PDK li Kerkûkê dibêje, PDK û YNK kar dikin ku rewşa Kerkûkê baş bikin û parêzgarê ku Hikûmeta Iraqê li ser Kerkûkê daniye, bidin alî.

Şaxewan Ebdulah Endamê Şanda Danûstandinan a Hevbeş a PDK û YNK ya taybet bi rewşa Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şanda PDK û YNK dûr ji medyaya berdewam in li ser gotûbêjên xwe ligel pêkhateyên Ereb û Turkman, ji bo dîtina çareseriyekê ji bo ku parêzgarê niha yê Kerkûkê nemîne. Ji ber ku ev parêzgar rojane tawanan û gendeliyê dike, xelkê cihê gumanê tîne Kerkûkê û kesên ku berê Beisî bûn, wan tîne Kerkûkê. Her çawa be divê ev parêzgar bê rahiştin.”

Ebdulah wiha got: “Di gotûbêjên me de ligel Ereb û Turkmanên Kerkûkê de jihevnêzîkbûnek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Back to top button