Civak

PDK bangê xelkê Iraqê dike

Polîtbûroya PDKê derbarê xwepêşandanên û ew tohmetên ku arasteyî Pêşmerge tên kirin daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Pêşmerge gelek ji wê dûr e ku berevajî wijdan û xwesteka niştimanî nav û rêbaza wî were lekedarkirin.”

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û xwepêşandan weke mafekî destûrî yê hemwelatiyên Iraqê bi nav kir û di heman demê de hişyariyek jî da û daxwaz ji Iraqiyan kir, “Agahdarî hewlên hinek aliyên serê wan tevlîhev yên têkder bin ku ji bo jinavbirin û têkdana aştiya civakî pêkanîna metirsiyan bo silametiya niştiman, li dijî Pêşmerge propagandayeke jehrewî belav dikin. Ew jî bi rêya têkilkirina navê birayên we yên Pêşmerge di berpirsyariya wan babetên ku di xwepêşandanan de rû dane.”

PDK di wê daxuyaniya xwe de amaje bi dîroka Pêşmerge kiriye bo parastina hemû pêkhateyên Iraqê û ragihand, “Pêşmerge gelek dûr e ku berevajî wijdan û xwestekên niştimanî  nav û rêbaza wê bê lekedarkirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Em weke PDK rêz û pêzanînên me hene bo hemû hewl û tevgerên gelêrî yên aştîxwaz ên hemû çîn û tebeqeyên ku di qadên xwepêşandanan de kom bûne. Me pêwîst dît ku xwîşk û birayên me ku xwedî mafê destûrî ne, agahdarî hewlên hinek aliyên serê wan tevlîhev yên têkder bin ku ji bo jinavbirin û têkdana aştiya civakî pêkanîna metirsiyan bo silametiya niştiman, li dijî Pêşmerge propagandayeke jehrewî belav dikin. Ew jî bi rêya têkilkirina navê birayên we yên Pêşmerge di berpirsyariya wan babetên ku di xwepêşandanan de rû dane.”

PDK dibêje, “Pêşmerge bi dîroka xwe ya dûr û dirêj ji niştimanê xwe re bûye mertal bo hemû Iraqiyan û hemû alî parastine û qurbanî û wefadarî pêşkeş kiriye. Bi şehîdên xwe yên serbilind ve bo gelê Iraqê û bo hemû pêkhateyên gelên azadîxwaz û pêşkeftinxwaz qurbanî dane. Hêza Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya Iraqê û birayên we ye. Pêşmerge gelek ji wê dûr e ku nav û rêbaza wî bê lekedarkirin ku ev yek berevajî wijdan û xwestekên niştimanî ye.”

PDK hişyariyê dide ku, “dijminên yekrêziya niştiman” hewl didin tometên derew pêk bînin ku armanc ji wan hewldanan jî ji rê derxistina bûyeran e û kesên wê yekê dikin jî bo berwejwendiyên xwe yên bi guman vê yekê dikin.

PDK di dawiya daxuyaniya xwe de tekez dike, “Em soz didin ku gelê me û hêzên wê di amadebaşî de ne bo hemû ew aliyên ku hewla têkdana yekrêziya niştiman didin.”

Back to top button