Civak

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek kes bi hinceta pêwendiya bi êrişa Îsraîlê re tên desteserkirin

Li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek welatî bi hinceta piştgiriya Îsraîlê hatin desteserkirin.

Alîkarê Parêzgarê Loristanê yê bo Karûbarên Siyasî û Ewlehiyê Seîd Pûrelî ragihand ku li bajarên Xuremabad û Bûrûcêrdê hejmarek kes bi tohmeta piştgiriya Îsraîlê hatine desteserkirin.

Fermandarê Polîsê bajarê Takistanê yê parêzgeha Qezwînê Wecîhûllah Ebdî jî ragihand ku di encama şopandina hêzên wan de ji bo reftarên xelkê li hemberî êrişa Îsraîlê, 5 kesên ji wê parêzgehê hatine desteserkirin.

Wecîhûlah Ebdî her wiha da zanîn ku ew kes dê bi tohmeta propagandaya di berjewendiya Îsraîlê de radestî dadgehê bên kirin.

Pêwendiyên Giştî yên Polîsê Parêzgeha Gulistanê ya li bakurê Îranê ragihand ku 13 kes li wê parêzgehê bi tohmeta piştgiriya Îsraîlê hatine desteserkirin.

Ew desteserkirî li ser torên civakî derbarê êrişa Îsraîlê ya ser Îranê de babet belav kirine û bi têkdana raya giştî û piştgiriya dijminê Îranê hatine tohmetbarkirin.

Fermandariya Polîsê Îranê doh ragihand ku li parêzgeha Îsfehanê 16 kes bi tohmeta piştgiriya êrişa Îsraîlê ya ser wî welatî hatine desteserkirin.

Polîsê Îranê dibêje, her cure piştgiriya ji bo Îsraîlê neyasayî ye û her kesê ku vê yekê bike, dê bê desteserkirin û cezakirin.

Li parêzgeha Kirmanê jî sê kes bi heman tohmetê hatine desteserkirin.

Back to top button