Cîhan

Du berpirsên DAÎŞê hatin kuştin

Di encama êrişên balafirên hevpeymaniya navdewletî de li ser bajarê Mûsilê, 2 serkirdeyên din ên mezin ên rêkxistina DAIŞê hatin kuştin.

 

Çavkanîyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku duh li navçeya Suq el-Nebî Yûnis, li nava bajarê Mûsilê, endazyarê teqînên DAIŞê Ehmed Mensûr Selah El-Cibûrî ku bi navê Ebû Hinke tê naskirin, ji aliyê koma Seraya El-Rumhe ve hate kuştin.

 

Herwiha li gora zanyariyên Rûdawê, duh di encama êrişên balafirên hevpeymaniya navdewletî de waliyê Nînewayê yê nû Rezwan el-Hemdûnî û 3 kesên din hatine kuştin.

 

Li gorî wan zanyariyan, yek ji wan kesên ku hatine kuştin, alîkarê waliyê Mûsilê ye û navê wî Rafî Mehmûd Meşhedanî ye.(Rudaw)

Back to top button