Hevpeyvîn: Prof.Dr. Ehmed Bîlgin

 

 

HEVPEYVÎNA Prf. Dr. EHMED BÎLGIN

 

Ez roja 21/ 08/ 2014 çûm serdana dostê xwe Prof. Dr. Ehmed Bilginî. Ev dostê hêja xwendineke baş kiriye û zanayekî kêmhempa ye. Lê mixabin Medyaya Kurdî ageh ji kesên wisa zêde tune û ku bi sedan jî lehengên wisa hene û wek gewherê veşartî hatine jibîrkirin.

Ev hevpeyvîn ji ber sedemê wehşeta terorîstan li hin herêmên Kurdistanê ku Medyay Kurdî bi xwe re lipikandibûn, heta niha maye.

 

Prof. Dr. Ehmed Bilgin niha dekanê Fakulteya Hiqûqa Kirikaleyê ye û heft ziman dizane. Di 1971ê de bi keçxala xwe re sewiciye û heşt zarûkên wî hene. Çar ji wan zanîngeh qedandine.

Ji  1973an ve heta niha jî, kar dike. Em jî temenekî dirêj, leşsaxiyeke xweş û şadan ji wî û malbata wî re dixwazin.

 

Ev hevpeyvîn niha pêşkêşê Medyayê dikim, bi hêviya serkeftin û serfiraziyê, her şad û bextewer bin…

 

Stockholm 20/ 11/ 2014

Zeynelabidin Zinar:

 

 

 

PIRS:

– Seyda, dixwazim hevpeyvînekê ji bo Medyaya Kurdî bi cenabê te re çêbikim. Cenabê te jî wek famîle ji Medreseya Kurdî hatiye û bab û bapîrên te tev peyrewê Medreseyê bûne. Pêşî em ê ji zarûktiya te dest pê bikin. Kengê û li kurê tu hatî dinyayê?

 Prof. Dr. EHMED BILGIN:

– Li gor qeyda nifûsê, ez roja 01/ 03/ 1953, li gundê Girikêboto (Çevriksu)  ku girêdayê bi navçeya Farqînê ve ye hatime dinyayê. Lê belê hinek jî dibêjin ku ez li gundê Şanedêrka girêdayê Batmanê ve ku niha ew gund tune hatime dinyayê.

 – BAV Û BAPÎRÊN TE?

– Bavê min Mele Ebdulhadî kurê Mele Teyibê kurê Mele Seîd e. Mele Seîd jî kurê Mele Ebdulcelîlê kurê Mele Elî ye. Mele Elî jî kurê Mele Enesê kurê Mele Ehmed e. Navê min jî, ji yê vî bapîrê me yê heftan hatiye wergirtin. Ji vî bapîrê me hevraztir jî, heta bapîrê 16an tev mele bûne û navê yê 16an jî Mele Hacî Ehmed bûye.

Diya bavê min ji gundê Koxa Jêrîn keça Mele Mistefa bûye, Mele Mistefa kurê Mehmûd, kurê Oso, kurê Mûso, kurê Bekir, kurê Ne´met û kurê Bekir bûye. Ev malbat wek Babosî têne nasîn, lê di nava Babosiyan de ji wan re  ”Mala Bekir” tê gotin.

 – AJARA WE BI KOKA XWE JI KURÊ HATIYE?

– Di dema Mîrê Botanê de van bapîrên me di zanîna olî de ku serkeftî bûne, Mîr ew ji Cizîrê hinartine Heskîfê, lê belê zêde li Heskîfê nemane û wan hinartine Babosiyê (herêma Xerzan) û li wirê gelek zevî jî dane wan, meletî kirine û ders dane ciwanan.

 Dema bapîrên me ji Cizîrê hatine Babosiyê, Mala Bozê jî bi wan re hatine ku niha jî li Comaniyê dimînin.

Li gor rîwayetekê, dibêjin ku Mala Bozê wek axa û bapîrên me jî wek Mela ji hatine herêmê. Lê hinek jî dibêjin ku pêşiyê Mala Bozê wek axa û pêşiyên malbata me jî wek mela, wek du bira û bi fermana Mîr hatine Babosiyê. Ev gundê bi navê Comaniyê jî ji aliyê wan du birayan ve hatiye avakirin. Çendî ku Malbata Bozê û ya me bi pîrekan pir li nava hev qelibîne jî, lê ew hêjî wek axa û em jî wek mela, heta niha jî xwe parastine. Bavê min (Mele Ebdulhadî) bi xwe jî li Comaniyê hatiye dinyayê.

 

– BAPÎREKÎ WE YÊ NAVDAR HEBÛYE. EW KÎJAN BÛ?

– Ew bapîrê me Mele Ehmed weke ”Mele Hacî Ehmed” jî hatiye binavkirin û zanayekî mezin û derdemî bûye. Sal li dora (1600î bûye ku wî kitêba ”Mesabîhus-Sunne” bi destên xwe nivîsiye û li ser Hedîsên cenabê Pêxember jî gelek şirove nivîsîne. Di nava wan şiroveyên bi zimanê erebî de gelek peyv û hevokên kurdî jî bi kar aniye û weha nivîsiye: ”Bi kurmancî mana wê ev e…” Ew berhem niha jî li ba min tê parastin.

Dema Siltan Selîm-II (Selîmê Zer) vê xebata bapîrê me bihîztiye, sê diyarî pêşkêşê wî kirine; bostanekî li gundê Zinahfê, kara xwê û Quraneke ku bi avzêrê hatiye nivîsandin.

 

MELETIYA BAVÊ TE ÇEWA Û LI KURÊ DOMANDIYE?

– Ez dema şeşmehî bûme, bavê min çûye li gundê Êrmiya ku niha taxeke Êlihê ye meletî kiriye. Piştî du salan, bavê min çûye gundê Pîlekan (Farqîn) û meletî kiriye. Piştî du salan bavê min çûye meletiya gundê Herbelûs (Hezo) kiriye, di vê çûnê de ez guvrokî bûme û tê bîra min ku mala me çûye vî gundî.  Piştî sê salan bavê min çûye meletiya gundê Badayê (Misirc) kiriye. Piştî du sal û nîvê, bavê min çûye li gundê Cefanê (Hawêl) meletî kiriye. Li vî gundî bavê min bûye melê fermî yê dewletê.

Tê bîra min, sal 1960 bû, derbeyeke leşkerî çêbû. Demekurtek piştî derbeyê, bavê min çû gundê Korcana girêdayê bi navçeya Nihê ve (Bedlîs) û meletî kir. Li vî gundî, mala me li dora deh mehan maye û bavê min çûye meletî li gundê Sêvikan (Hezo) kiriye. Di sala 1963an de bavê min çûye Diyarbekirê û li gundê Kemberluya Bismilê meletî kiriye.

 – DIKARÎ BEHSA XWENDINA XWE BIKÎ?

– Bavê min dema li kîjan gundî dest bi meletiyê dikir, pêşî medreseya xwe avadikir û gelek şagird (feqî) li ba wî dixwendin. Min jî pêşî li gundê Cefanê li ba bavê xwe dev bi xwendinê kiriye. Pêşî Quran, Melûda Kurmancî, Nûbihara Biçûkan, Xayet, Izzî… Ez jî hertim di nava feqiyên bavê xwe de bûme û min dixwend. Li gundê Kemberlûyê (Bismil) min pirtûka Siyûtî xwendiye. Ji wirê çûm Giresîra, min li ba Seyda Mele Hawî xwend. Piştre çûm Hawêl, min pirtûka Siyûtî li ba Seyda Mele Mihyedîn qedand. Piştre min pirtûka Netaicê li ba mamê xwe Mele Ebdulezîz xwendiye. Ji wirê çûme gundê Holayê, min li ba Seyda Mele Mihemedê Cimzerqî xwendiye. Min Îcazeya Medreseyê ji vî dersdarê xwe wergirtiye.

 – TE KENGÊ DEV BI XWENDINA TIRKÎ KIRIYE?

– Di wê navê re min dibistana tirkî bi qezenckirina azmûnan derbas kiriye. Piştî min Îcazeya Medreseyê jî wergirt, sal 1968, ez çûm Mereşê min dev bi xwendina Îmam-Xetîbê kiriye. Piştî xwendina pênc salan, min azmûna xwendina sala şeş û heftan jî daye û Îmam-Xetîb qedandiye.  

 – ÇI TESÎR BÛ KU TE DEV BI XWENDINA TIRKÎ KIR?

– Ez bi xwendina Medreseya Kurdî têr nedibûm. Li gor sedsala niha (20) min dixwest ku ez sûd ji vê dinyaya medenî jî werbigirim. Min xwe bêgav didît ku ez zanistiya fen, fizîk, sosyal û wekî din jî bixwînim. Lê xizmên me nedixwestin ku ez herim mektebê. Îcar tenê melayekî xizmê me, pêştgirî da min ku ez bixwînim.

Piştî Îmam-Xetîbê, ez li Bismilê bûm meleyê fermî. Lê min diplomeya lîseyê jî wergirt û ketim azmûna zanîngehê. Puwanên min pirî rind bûn, hemû Fakulteyên Hiqûqa Tirkiyê digirtin.

 – KENGÊ TE HIQÛQ XWEND?

– Dema min Hiqûqê dixwend,  di wê navê re, sal 1975 bû ez ketim azmûna Waiz û Miftîtiyê û di seranserê Tirkiyê de ez bûm yekemîn.

Ez di 1978an de ji Hiqûqê mezûn bûme. Lê belê karê min ê diyanetê her berdewam bû. Diyanetê ez hinartim çend welatên Ewrûpayê jî. Di wê navê re Saziya Diyanetê ya bala ez weke ”raportor” jî werirtim cem xwe.

 – LEŞKERÎ?

– Sal 1982, ez vegeriyam welêt ku herim leşkeriyê. Lê Rektorê zanîngeha Diyarbekirê ez wek asîstan girtim beşa Hiqûqê. Piştre min Lisansa Bala (majester) jî qedand. Sal 1985 zanîngehê ez ji bo şeş mehan hinartim Îngiltereyê û dîsa vegeriyam zanîngehê. Leşkeriya min jî wek mamoste hate hesibandin.

 DEMA TURGUT OZAL JÎ TE LI ENQERÊ KAR KIRIYE?

– Erê, sal 1986, min li Dewlet Planlama Teşkîlatiyê de (Sazziya Plandana Dewletê) dest bi kar kir. 1988-89 min xwendina xwe ya Doktorayê jî qedandiye.

1992-93 ez her heftî rojek ji Enqerê diçûm Diyarbekirê, min dersa hiqûqê dida û vedigeriyam Enqerê.

 – KENGÊ TU BÛYÎ SEROKÊ ŞAREDARIYA DIYARBEKIRÊ?

–  Ez yek ji hîmdarê Partiya Refahê me. Sal 1994 ez di hilbijartinê de li ser navê partiya xwe bûme şaredarê Diyarbekirê û pênc sal min xizmeta bajêr kir. Piştre ez dîsa vegeriyan Fakulteya Hiqûqê ya bajarê Kirikkaleyê û min ders daye. Niha jî wek dekan li vê fakulteyê kar dikim.

 – PROFESORIYA TE KENGÊ BÛYE?

– Sala 2003 ez bûme profesor.

 – TE KENGÊ BI KURDÎ NIVÎSIYE?

– Nivîsandina bi kurdî, ji bavê min tesîr li me kiriye. Min jî hêj dema xortikbûna xwe dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Min gelek helbest bi kurdî nivîsîne, lê mixabin piraniya wan wenda bûne.

Helbesta min a pêşî li gundê Holayê, li ser sipiyan hatiye nivîsandin. Demekê sipî pir ketibûn kincên me, min jî helbestek li ser wan nivîsî, ev malika ji wê helêbestê ku niha li bîra min maye ev e:

 Ey gelî temamê feqiyan

Mane em di hicran de hêj

Zikek têr û yek jî birçî

Hem digel kincên qirêj

Ax ji derdê sipiyan

Em temamî kerr û gêj

Eger tu bawer nakî hêj

Wer rastiyê bo min bibêj.

 

Min ji helbestan zêdetir hin name jî bi kurdî nivîsandine û ji hevalên xwe re hinartine.

 – GOTINA TE YA DAWÎN ÇI YE?

– Gotina min a dawîn ev e ji bo Kurdan, bila bixwînin û zarûkên xwe bidin xwendin. Bi xwendinê mirov digîje hemû amac û daxwazên xwe.

  – SPA SEYDAYÊ HÊJA Prof. Dr. EHMED BILGIN.

– Ez jî spa dikim ji bo hatina te ya virê û her selamet bin.

 

 

 

 

 

 

Nerîna min :