Naveroka hevpeyvîna Serok Barzanî li gel France 24

Îro sêşem 18112014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel rojnamevan Marc Perelman li bernameya Exclusive ya televizyona France 24 hevpeyvînek encam da, eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye: 

France 24: Li vê dawiyê da we demeke zêde pêş bereyên cengê dijî bi Da’îş bi ser bir ku bûye meseleyekî serekî bi taybetî ji wê dema ku li meha hezîranê dest li ser Musilê da girtin û zêdetir bandorê kirin û berev Kurdistanê ve hatin. Ew êrîş ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û bi piştevaniya hêzên asmanî ya rojavayî ve hate ragirtin. Dixwazim pêşhatên dawî ya li ser rewşa serbazî bizanim bi taybetî ku li vê dawiyê de dîsa dest bi êrîşê kirine?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hema bibêje rojane ew şerên li dijî Da’îş û terorîstan birêve diçe. Da’îş, ew grupa terorîstiye ku Musilê kontrol kir û berev başûr hengavan avêt û paşê jî êrîş kir ser Kurdistanê. Li rojên destpêka êrîşkirina ser Kurdistanê de raste karîn dest li ser hinek navçeyan bigrin, lê belê paşê hêzên Pêşmerge dest bi bicîhkirina stratejiyek ku ji dû qonaxan pêkhatibû kirin, yekem ji ragirtin û rawestandina Da’îşê pêkhatibû û paşê dest bi êrîş û derxistina ji wan navçeyên ku kontrol kiribûn kirin. Belê heta niha Pêşmerge gelek serkeftinê bi dest ve anîne û destkefta wan gelek bûye li beramber Da’îş, Pêşmerge li berfirehbûnê daye û diçin wan cîhan ku Da’îş kontrol kiribû. Li vê dema ku li gel we diaxivim, şer li Rojavayê Dîcleyê heye.

France 24: Niha li navçeya Rebî’e şer heye. Hun hest dikin ku Da’îş li têkçûnêdaye û dixwaze êrîşan zêdetir bike? Gelo hun li wê baweriyê de ne ku ew dikarin hê jî vê şerê de serbikevin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ceng hê jî temam nebûye. Da’îş jî hê ne li rewşek de ye ku bibêjîn hêza êrîşkirinê ji dest daye. Ev şer berdewame û Da’îş jî hê jî dixwaze êrîş bike. Raste ew lawaz bûne lê belê hê jî wan îmkaniyata êrîşbirinê ji dest nedaye. 

France 24: We beşdarî gelek şeran kiriye û li dijî Seddam jî we şer kir. Hun dikarin bibêjin Da’îş ji wan hemû êrîşan xeraptire ku rûbiruyê Kurdistanê bûne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve şerekî nû ye û taktîkê nû ya cenge û şerekî îdeolojiye. Ev terorîstên dirinde tiştek li ber çav nagrin û tenê êrîş dikin. Ji bo wê yekê bi tenê wan şerên ku me kirine eger berawird bikî, bi hêzên Seddam Husên ve jî, belê ev grupa terorîstî dirindetirîn û barbartirîn rêxistine. 

France 24: Dixwazim behsa piştevaniya welatên Rojava bikim. Diyare êrîşên girîngên Amerîkî hene û çek ji welatên din ve ji bo hatiye û heta serdanekî dîrokî jî ji aliyê François Hollande Serok Komarê Fransa ve hate encamdan. Wekî din hun ji Rojava li benda çi ne? Gelo hun çekên giran dixwazin? Zêdetir yarmetiya mirovî dixwazin? Hun li benda çine û hêviya we çiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi dilniyayiyê ve serdana cenabê François Hollande Serok Komarê Fransa serdanekî dîrokî bû ji bo Kurdistanê û spasiya cenabê wî dikin ji bo wê serdanê. Her wiha ez dixwazim spasiya Fransa û hemû endamên dinê hevpeyman yên dijî bi Da’îş bikim ji bo wan hemû yarmetiyên ku pêşkêşî me kirine. Lê belê li vir da dixwazim bibêjim, ew hemû hevkariyên heta niha bi destê me gihîştine ne li wê astê de ye ku ji bo me pêwîste, wekî mînak sîstemên giran, bi taybetî li ruyê hejmar û kalîteya wan çekên ku me ji bo vê cengê pêwîstî pê heye. Wekî mînak, zirêpoşên serbaz veguhestinê, debabe û tankên Ebrahams, helîkopter, top ku ji bo şerê yek alîker ve li dijî wan pêwîste, ev cûre çek bi destên me negihîştîne û ew çekên hatine hê jî li astekî gelek nizmin.

France 24: Ji bo çi ew çek bi destê we negihîştine? Gelo hun bawerin ku Rojava dû dile ku çekên zêdetir bide we?

Serokê Herêma Kurdistanê: Me jî ew pirsiyar heye. Em jî li pey bersîva vê pirsiyarê digerîn. Pirsiyara me gelek rûn û zelale û me bersîveke rûn wernegirtiye: Gelo seqfêk an jî astek heye ji bo sîstema wan çekan ku biryare bi destê me bigihin li ruyê kalîte û hejmarê ve? Bersîv ji aliyê me ve jî ne zelale. 

France 24: Wate hun li vî derbarî de bê umêd û bê hêvî ne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em ne bê hêvî û bê umêdin, lê belê em li benda bi cîhbûna wan sozane ku bi me hatiye dayîn.

France 24: Dixwazim biçim ser behsa Kobanê, ew bajarê biçûka li ser sînorê Tirkiye û Suriye. Rexneyekî zêde heye li ser Tirkiye ku ji destê êrîşa Da’îş ji bo parastina xelkê bajar karekî zêdetir nekiriye? Gelo hun bawerin rewşa bajar aram bûye? Hun bawerin Kobanê cara dawî dikarê Da’îşê red bike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Heta niha li dijî êrîşên Da’îş bergiriyeke qehremanane ji aliyê parêzerên Kobanê û bi piştevaniya Pêşmerge li Kobanê tê kirin. Her wekî dizanin Pêşmerge ji bo Kobanê hatine şandin û li rûyê derûnî û kirdarî ve piştevaniyekî bi hêz bûye. Tirkiye rê daye heta 200 hezar koçberên Kobanê biçin Tirkiye, lê belê li rûyê serbazî ve Tirkiye destêverdanê nekiriye û nizanim sedema wê çiye. Baştire ji bo destkeftina wê bersîvê pirsiyarê ji berpirsên Tirkiye bê kirin.

France 24: Plana we heye ku zêdetir Pêşmerge û çek bişînin Kobanê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger daxwaz hebê û rê hebê, hemû tiştek ji bo Kobanê dikin.

France 24: Gelo Tirkiye rênade we ku hûn niha eve bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Rêkkeftinek heye li navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û Amerîka. Me Pêşmerge li ser bingeha wê rêkkeftinê şand Kobanê, lê belê ji bo şandina zêdetir Pêşmerge wê demê pêwîste li ser vê pirsê jî biaxivîn.

France 24: Li Rojava rexne li Tirkiye tê girtin ku tiştekî zêdetir ji bo parastina Kobanê nekir, lê belê her wiha rexneya ewe jî tê kirin ku gotiye: Da’îş ji bo me li gel PKK wekheve, û her dû jî terorîstin. Eve jî li Rojava xelkê tûşî şok kir. Hûn li ser vê helsengandinê kokin ku PKK û Da’îş terorîstin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr ez ne li gel vê helsengandinê me.

France 24: Gelo hûn hê jî beşdarin li wan guftûgoyên li navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê ve birêve diçe? Hêviya we heye ku bikarin serbikevin? rewşa Kobanê niha çawane?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewlewiyeta serekî ya me hemûyan ji berangarbûna Da’îş pêkhatiye. Ji bilî wê jî, em berdewam dibîn li hewlên serxistina proseya aştî li Tirkiye, ji ber ku eve li wir ji bo gihîştina çareseriyekî aştiyaneya Kurd pêwîste û em li rola xwe ya li vî derbarî de jî berdewam dibîn.

France 24: Hûn bi xwe jî bi awayeke şexsî bi berdewamî beşdarin li wan guftûgoyan de?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em bi berdewamî li gel aliyên peywendîdaran li peywendiyê dane.

France 24: Gelo dema Da’îş nêzîkî Kurdistanê bû Tirkiye tu yarmetiyê pêşkêşî we kir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Wan firokeyekî teqemeniyê şandin.

France 24: We yarmetiyê ji Îranê wergirt û gelo niha jî berdewame.

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê Îran jî bi teqemeniyê yarmetiya me da.

France 24: Gelo ew li yarmetîdanê de berdewamin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê hindekcar yarmetiya me didin û berdewamin.

France 24: Gelo ew yekem alî bûn ku bi dengê ve hatin û yarmetiya we dan.

Serokê Herêma Kurdistanê: Yekem firokeyê teqemenî ji aliyê Îranê ve hate şandin.

France 24: Gelo tu hemahengiyek heye li navbera Îran, Amerîka û aliyên Kurdan?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew ku ez bizanim bi awayeke fermî tiştek tûne.

France 24: Dixwazim biçim ser babeta serxwebûnê. Çend mehek berî niha we bangeşeya referanduma çareya xwenûsînê kir, diyare rûdaweke din li pey de hat wekî nêzîkbûna Da’îş li Kurdistanê. Gelo referandûm li ser mafê çareya xwenûsînê li Kurdistanê wê bê saz kirin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Mafê çareya xwenûsîn mafekî yasayî û siruştî ya gelê meye û gelê me bi xwe biryarê li ser çarenûs û paşaroja xwe didin. Ji bo wê yekê dema gel ew mafê xwe hebê, divê bikarê mumareseya wê bike û tu rûdan û pêşhat nikarin rêgiriyê li vê proseyê bikin ji ber ku eve proseye û tu tiştek nabê berbest û ew proses berdewame. Renge çarçêweya dema wê an jî dema guhertinê li ser da hatibê, lê belê ev proses û mumaresekirina ji mafê xwe yê siruştî li paş ve venagerîn.

France 24: Ew referandum sala pêş wê bê bicîhkirin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha Parlemena Kurdistanê mijulî wê babetê ye û biryar ya wane, lê belê dema encamdana referandumê jî her ji aliyê Parlemen ve wê bê guftûgo kirin.

France 24: Lê belê pêwîste ji aliyê cîran û hevpeymanên we ve bê qebûl kirin û gelek ji wan jî ne li gel serxwebûna Kurdistanê ne.

Serokê Herêma Kurdistanê: Biryara encamdana wê referandumê ji bo eweye xelkê Kurdistanê çi biryar dide li ser çarenûs û mafê çarenûsa xwe ku wan heye, lê belê naveroka wê piştî wê referandum û biryarê behsa ewe tê kirin. Em hêvîdarîn li maf û xwestê xelkê Kurdistanê de kes rêgiriyê li me neke, gelê Kurdistanê bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe didin, ji bilî gelê Kurdistanê bi xwe, tu kesekî din mafê wan tûne biryardanê li ser çarenûsa gelê Kurdistanê bidin.

France 24: Dixwazim bême ser behsa Kerkûkê ku bajarekî remziye. We bi sûd wergirtina ji êrîşên Da’îşê Kerkûkê kontrol kir. Gelo hûn tu demeke din Kerkûkê didin Hikûmeta Federal an jî hûn wiha bawerin ku heta hetayê yê Kurdistane?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji aliyê me ve, ku eve rastiye, Kerkûk beşeke ji Kurdistanê. Me rêkkeftinekî destûrî hebû ku proseyek hebê ji bo asayîkirina wê, serjimêrî û referandum ji bo xelkê Kerkûkê bê kirin ku heta biryarê li ser bajarê xwe bidin. Xelkê Kerkûkê her çi biryarek bidin em rêz lê digrîn, lê belê li her rewşek de me herdem gotiye Kerkûk beşeke ji Kurdistanê û ji wê paşgez nabîn, lê belê çawayiya îdarekirina rewşa bajarê, ewe pêwîste rêkxistinekî taybet hebê ji bo îdarekirina bajar û bo ku bi awayeke wekhev û adîlane pêkhat beşdar bin li îdareya Kerkûkê de.

France 24: Li pişta cenabê we, alayekî Kurdistan û Iraqê heye, lê belê li gel hemû rûdanan, hê jî hest dikin ku hûn ser bi Iraqê ne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji xwe li rastiyê da Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê li gor wê destûra bi belê me deng ji bo wê da. Lê belê rastiyek heye ku Iraq ji dû neteweyan pêkhatiye: Kurd û Ereb. Pêwîste em hevbeş bîn. Ez naxwazim tu pênaseyekî din ji bo çawayiya hevbeş bûna li Iraqê bidim.

France 24: Gelo hûn bawerin ku hemû hewlên we yên 10 salê derbasbûyî ji bo dirustkirina Iraqekî yekgirtî têkçûnê bi dest anî? Tu hêviyeke we heye ji bo Iraqekî yekgirtî yan hûn bawerin ku êdî Iraq bûye pêşeroj û li berê de ma?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewe bende li ser wê yekê ku çi cûre hukimraniyek ji aliyê hukimranên wê ve tê peyrew kirin, ji ber ku eger her ewê derbasbûyî dûbare bikin, belê ewe Iraq berev dabeşbûnê diçê. Lê belê eger pabendbin bi destûrê ve, wê demê belê renge derfetek heye ji bo rizgarbûna Iraqê.

France 24: Her di derbarê vê yekê de, dema dawî ji bo vê hikûmeta nû nêzîk bûye ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Herêma Kurdistanê ku 8 ê kanûna yekeme, hinek ji wan kêşeyan, kêşeya Pêşmerge, Kerkûk û neft, bi taybetî piştî ku we neftê li rêya Tirkiyê ve bi rêya boriyan ve şand û derencam Hikûmeta Iraqê budçeya we birî. Gelo hûn bawerin ku heta 8 ê kanûna yekem derfet heye ji bo rêkkeftina li ser van hemû kêşeyan?

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha proseyek destpêkiriye ji bo çareserkirina hinek ji van kêşeyan û me jî nermî nîşandaye ji bo peydakirina çareseriya van meseleyên ku me heye. Niyeta me jî çareserkirina van kêşeyane. Lê belê eger ev mesele nehatin çareser kirin, wê demê em nikarin heta hetayê li benda paşarojeke nediyar bibîn, wê demê em biryarê li ser her biryarekî pêwîst didin. 

France 24: Eger negihîştin rêkkeftinê heta 8 û kanûna yekem, hûn amadene berdewam bin li guftûgoyê an êdî eve wadeyekî dawiye ku eger ev mesele heta wê demê neyên çareser kirin êdî temam?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew biryarekî deste giştî ya partiyên siyasiyan û Parlemena Kurdistane, ez nikarim pêşbînî bikim ew biryar çi dibê.

France 24: Li ser meseleya neftê, hûn awayeke rêkûpêk çi dixwazin? Hûn dixwazin Kurdistan desthilata lêgerîn û berhemanîn û şandina nefta xwe hebê û Hikûmeta Federal desthilata xwe li vî derbarî de nebê? an hûn amadene desthilatê li gel Bexda dabeş bikin li ser nefta Kurdistanê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li destûra Iraqê da hatiye ku neft û xaz mulkê hemû Iraqiyane û dahata wê jî ji bo hemû Iraqiyane. Me kêşe li ser eve tûne. Niha derfetekî nû hatiye pêş, Wezîrekî nû yê Iraqî heye ku nîştîmanperwerekî kevin û dostekî nêzîkî me ye, Pênçşema derbasbûyî li vir bû, û li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşte cûre rêkkeftinek û hêvîdarîn êdî ew kêşe bi dawî bibe.

France 24: Gelo we zêdetir bawerî bi Serok Wezîrê nû heye an li Nurî Malîkî?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hez nakim behsa vê babeta şexsiyane li vir bikim.

France 24: Xewn û xeyal dibînî rojek bê bibî bi Serokê hemû Kurdan û gelo tu bawerî ev xewn ji hemû deman zêdetir nêzîktirî pêkhatinê ye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Min tu demekî xewn û xeyal nedîtiye bibime Serok û qet ne li benda ewe me jî bibim Serokê hemû Kurdan, lê belê tu demekî gumana min nebûye ku rojek tê Kurd dewleta xwe ya serbixwe dibe û her çi qurbaniyek pêwîst bê ji bo wê yekê ku Kurdistan bibe serbixwe ez encam didim. Girîngtirîn tişt eweye Kurdistan serbixwe bê, ne girînge kî Serokê wê dibe.

France 24: Piştî vê hûnê dîsa vegerin bereyên şer ji bo serpereştîkirina cengê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li vê demê de min serdana hemû bereyên ceng kiriye, lê belê piştî wê diçim dûvdaçûn û çavdêriya pêşhatên me yên nû dikim.

France 24: Hêviya we heye ku derencamê de serdikevin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Me bawerî bi serkeftinê heye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: