Divê ENKS însîyatifa pêwist werbigire!
Piştî rûxandina rejima esad li Sûriye, rewşa kurdên rojavayê Kurdistanê bi awayek cüda tê gotubûjkirin. Niha wek gelek pispor û zanayên siyasî dibêjin, firsendek zêrîn hatiye û gerek Kurd vê yeke ji bo berjewendiyên xwe yên netewî yanî ji bo destxistina mafên xwe yên rewa bi karbînin. Ev yek jî dixweyê girêdayê yekrêziyekî di nava mala kurd de ye. Gerk li hemî aliyên Kurdistanê hêzên siyasî ji bo vê yeke arîkar be.
Lê li vê dere dema behsa yekrezîyê tê kirin, hinek alî û qaşo kesayetên siyasê tene bi gotin û bi awayek ku bi hizrên xelkê bileyzin behsa yekrêziyê dikin. Her aliyek dizane ku, sedema heta wek îro tu cureyek yekrêzî nebûye siyaseta PKKê ya ne kurdweriye. Tişta ku rejima Esad li Sûriye dikira PKKê jî li xelkê Kurdistanê dikir.
Niha tê zanin ku roja rejima Esad rojavayê Kurdistanê radestî çekdarên PKKê kirî, ew bi xwe tu carî xwe ji rojava nedabûn aliyekî. Her dezgehên wan hebûn û çavderê desthilata PKKê bûn. Li rojavayê Kurdistanê heta wek îro girtiyên kurd hene û xelk ji bo kurdeyetî dikiran dihatin girtin, hinek ji wan heta wek vê gavê pêserûşûnin û gelek sembolên Kurdistanî heta navê Kurdistanê qedexebû. Ev yek ne ku mirov hesabekî dike ku, rê li yekrêziyekî bigre, lê divê em wek kurd rastiya xwe jî bibinin.
Niha rewşek nû derketiye holê. Hinek siyasetbaz derketine û dema behsa yekitiyê dikin hewldidin ku PKKê û PDK wek hev binirxînin. Dibêjin “ bila PYD xwe ji PKKê dûr bêxe û ENKS xwe ji Hewlêr dûr bêxe.“ gelo ewên vê yeke dibêjin heta niha li kşderê bûn? Dixweyê dema siha Esad li ser hinek cih û waran nema icubeyên siyasî jî derdikevin holê û hestiyê ziman jî tüneye. Dîtinên pûç tene zererê didin vê pêvajoya hesas. Gelo rojek ji roja Hewlêr li dijê yekitiyekî di nava mala kurd de derketiye? Hewlêr nebûya dê rewşa kurdan li rojavayê kurdistanê ji niha gelekî xirabtirbûya.
Ji aliyek din ve gerek herkes di dîtinên xwe de vekirîbe û ne ji bo çar rojdin temenê xwe dirêj bike leyiztika bike. Eger PYD reda PKKê bike û ji xeletiyên heta niha kirin vegere û hewla yekrêziyekî bike, rewş tê guhertin û zemine yekitiyekî peyda dibe. Ji xwe ENKS ji yekitiyêre amadeye û mercên xwe gelek bi zelalî dane kifşkirin.
Berpirsên PKKê rojekî dibêjin em li rojavayê Kurdistanê nemane(Murat Karayilan) , roja din dibêjin em dikarin çekdarên xwe ji rojava derêxin bere wan bidin bakur(Duran Kalkan) niha siyesete bi vî awayî ku henekên xwe li çarenûsa miletekî bikin nehatiye dîtin.
Du rê li pêşiya aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê hene. Yekem gerek hemû rê bên bi karanîn ji bo yejreziyek di nava hemû aliyan de pêkwerê.
Duyem: Na eger PYD û PKK li ser siyaseta xwe israrkirin û rênadan yekitiyek pêkwerê û rêya yekitiyê bi temamî bigrin, divê ENKS li gel aliyên ji yekitiyêre amadene yekrêziyekî avabike û dest gotubêja bikin. Ji xwe ENKS bi awayekî di nava opozisyona Sûrî de tê temsîlkirin. Îro eger ENKS dema pêwistbe gava radikal bavêje , dê hingê mercên ku derketine holê, dikare bê ku PYDê jî gava pêwist bavêje û xwe wek nûnerê miletê xwe bibine û tevbigere. Îro mercên heyî vê rêyê dide ENKSê.
ENKS gerek vê yeke vekirî deklere bike û hemû hêza xwe ji bo yekitiyek temamî di nava kurdên rojavayê Kurdistanê de bi karbîne, lê dema nebî çarenûsê miletekî nehilê hêviya Duran Kalkan û çend baronên Qendil ve.
26.12.2024
Nêrîn/Şirove