CîhanRojev

Balafirên Pakistanê li Afganîstanê bombebaran kirin: 46 mirî

Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî ya Pakistanê ya li dijî Afganîstanê de herî kêm 46 kes mirin. Talîbana ku Afganîstanê kontrol dike ragihand ku herêma Barmalê ya li rojhilatê welêt bûye armanca êrîşan û êrîş li ser 4 xalên cuda lê hatine kirin.

Nayê zanîn ku balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Pakistanê di dema êrîşê de sînorê Afganîstanê derbas kirine yan na. Talîbana Pakistanê (TTP) hefteya borî li herêma sînor êrîşî bingehekî artêşa Pakistanê kiribû û di êrîşê da herî kêm 16 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Rêvebiriya Îslamabadê, Kabulê bi pişgiriya milîtanên Talîban a Pakistanê(TTP) tawanbar dike. Ji sala 2021ê ve, dema ku Talîban li Afganîstanê ji nû ve desthilatdarî bi dest xist, têkiliyên di navbera her du welatên cîran de rêyek neyînî dişopînin û carinan dibe sedema pevçûnan.

Ji Pakîstanê derbarê êrîşê de tu daxuyanî nehat dayîn.

Talîban: Wê bêbersiv nemîne
Tevî ku Kabul îdiayên ku piştgirî dide TTP’ê red dike jî, li gorî rapora têkildarî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di tîrmeha borî de bi raya giştî re parve kiribû, li Afganîstanê 6 hezar û 500 şervanên TTP’ê hene. Her wiha TTP ya Kabulê weke pêkhateyeke terorîst nayê pênasekirin.

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd diyar kir ku di êrîşa Barmalê de piraniya wan jin û zarok 46 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî di nav de zarok jî hene.

Back to top button