Hikûmeta nû ya ku piştî rûxandina Beşar Esed li Sûriyê hat avakirin, li bajarê Humsê rastî serhildaneke neçaverê hat. Di dema ku hêzên rejîma hilweşandî li dijî hikûmeta demkî ya Sûriyê daketin kolanan, Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji bo tepeserkirina xwepêşandanê dest bi operasyonekê li Humsê kir. Li 4 bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Wezîrê Karên Hundir ê rêveberiya nû Mihemed Abdurrahman di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA’yê de diyar kir ku endamên rejîma Beşar Esed a hilweşiyayî li Tertûsê kemînekî de, 14 kesên hêzên girêdayî Wezareta Karên Hundir kuştine. Abdurrahman got, “Di kemîna li hemberî hêzên girêdayî Wezareta Karên Hundir ên ku ji bo ewlekarî û ewlehiya gel li bejahiya Tartûsê erka xwe pêk dianîn, 14 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.”
Wezareta Karên Hundir a Sûriyê li dijî alîgirên rejîma hilweşiyayî yên ku li bajarê Humsê daketin kolanan û banga serhildanê kirin, operasyonek li dar xist. SNA’yê ji bo provakasyonên li bajarê Humsê ji holê rabike hêzên zêde şandin herêmê.
Li bajarên Hums, Laziqiye, Cebele û Tartusê heta sibê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li aliyê din hêzên SNA’yê dest bi girtinakesên ku dest bi serhildanê kiribûn kirin.
Wezareta Karên Hundir a Sûriyê diyar kir ku wêneyên ku hatine parvekirin kevn in û rayedarên hikûmetê hemû hewlên xwe didin ji bo parastina cihên olî. Hat diyarkirin ku yek ji kesên ku bi banga serhildanê li hin bajarên Sûriyeyê kirî welatiyê Libnanî ye.
Rastiya ku bûyer piştî daxuyaniyên gefxwarinê yên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Îrakçî dest pê kir. Irakçî diyar kir ku dê di pêşerojê de li Sûriyê gelek tişt biguherin û kesên ku behsa serkeftina li Sûriyê dikin bila li bendê bin. Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esed Hesen Şeybanî hişyarî da Îranê û got: “Divê Îran rêzê li îradeya gelê Sûriyê, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê bigire.”