Polîtîk

Bereyê Kurdistana Sûriyê peyamek çarenûsî aresteyî HSDê kir

Bereyê Kurdistana Sûriye ji bo avakirina bereyekî di nava aliyên Kurdistanî de, peyamek ragihand û hinek daxwaz ji HSD kirin.


Di peyama xwe de Bereyê Kurdistana Sûriyê amaje bi wê yekê dike ku di vê qonaxa hestyar û çarenivîssaz a Kurdistan a Sûriyê de ew metirsiyên ku dibin gef li ser paşeroj û mayîna gelê me bi taybet piştî hilweşîna rejîma Esed û pêngavên ber bi avakirina rejîmeke nû ya siyasî li welat, wek Bereyê Kurdistana Sûriyê bangevazî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike û daxwazê lê dike bi kiryar pêngavên cîdî bavêjin.

Bereyê Kurdistana Sûriye van daxwaza ji HSDê dike:

1-Divê bi zûtirîn dem dest bi yekalîkirina çarenivîsa zindaniyên siyasî yên Kurd û bidawîanîna doza girtiyan û diyarkirina çarenivîsa kesên winda bike, ku ev çend sal in li zindana Axniyonê ne. Ji bo vê yekê jî, divê bi awayekî fermî daxwaza lêborînê ji wan bike û wan ji aliyê madî û mînevî ve qerebû bike ji ber ku ev çend sal in wan eşkence dide û ji jiyaneke asayî bêpar kirine.

2-Dawî anîna wê dosya wan zarok û xort û keçên birine nav hêzên çekdar û ji xwandin û dibistanan hatine dûrxistin û divê ew bo malbatên wan bên vegerandin.

3-Bername û programa perwerdeyê li berçav bê derbaskirin û bi awayekî bê guhertin ku li gel bingehên mafên mirov û rêzgirtina zarok û demokrasiyê biguncê.

4-Demekî kurt de divê biryar hilweşandin rêxistina ‘’Ciwanên Şoreşger’’ bê dayîn, ku roleke xirab û nerênî hebûye û berovajî hemû nirx û kevneşopiyên civakî kar kiriye û karê wê pêkhatiye ji revandina zarokan û heman demê de amûrek bûye bo tehrîk kirina li hember partî û aliyên siyasî yên opozîsyonê, ji bo siyaseta desthilatdarên emrê waqi.

5-Derxistina çekdrên PKKê di demekî kurt de li Kurdistan a Sûriyê, ku berê jî û naha jî gelek ziyan gehandine paşeroja Kurdistana Sûriyê, eger na dibe bahaneyekî nû ji bo destwerdana derve ya li ser Kurdistana Sûriyê.

6-Pêbenbûn bi federalîzmê û awayê herî baş ê siyasî ye, ku pêwîste daxwazên kurdan ji bo bingeh kirina Sûriyeyekî nû û misogerkirina mafên gelê me di çarçoveya pêkhateyekî yekgirtî ya Kurdistana Sûriyê de.

7 – Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin hêza niştimanî ya kurdî li Sûriyê û di çarçoveya planekî bi gotûbêj li gel Hêzên Pêşmergeyên Roj di çarçoveya artêşeke yekgirtî de hevgirtin pêkbê, ji bo bibe hêzeke Kurdî ya Niştimanî ya Sûrî û erkê parastina Kurdistana Sûriyê bigre ser xwe.

Dawiyê de jî tê gotin: ‘’Em wek Eniya Kurdistanî ya Sûriyê, cîhbicîhkirina wan xalên ku me behs kirî ji bo parastina navçeya me wek tevdîrên herî giring û lez dibînin, ku em rastî destwerdan û şerekî nû nebin û bi wî awayî dê hemwelatiyên sivîl bên parastin û ji şerên nû bên dûrxistin. Herwaha pêkanîna şandeyekî siyasî ya hevbeş, ku nûnertiya berjewendiyên gelê me bike, ji bo gotûbêjkirina li gel îdareya nû ya Şamê, derbarê pirsgirêkên çarenîvîssaz û rejîma siyasî ya nû ya welat diyar bike giring dibînin.’’

Back to top button