Polîtîk

Erdogan bi tund axivî

Erdogan îro di guruba partiya xwe de axivî û dirêjahî behsa rojeva siyasî kir. Beşek axvtina xwe de Erdogan behsa rewşa Surîye û vê yekî ve girêdayî behsa Kurda jî kir.

Erdogan got: Hinek kes ji rûxandina Esad acizbûne, dilê me dimînê wan ve. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, maliyeta zilma Esed nêzî 500 milyar dolar e. Bêyî piştgiriya civaka navneteweyî ne pêkan e ku Sûriye vê yekê derbas bike. Divê welatên Ereb pêşengiyê bikin. Weke Tirkiye em ê bi hemû hêza xwe li cem Sûriyê bin. Me serokê xwe yê MÎT’ê û wezîrê xwe yê derve şandin Sûriyê. Hemû saziyên me amadekariyên giran dikin. Em dibînin ku serokê rêveberiya nû Şara bi peyamên xwe yên nerm vê pêvajoyê baş dimeşîne. Em ê ji ewlehiyê heta bazirganiyê piştgiriyê bidin Sûriyeyê. Em ê hevkariyê ji bo rêveberiya nû bikin da ku Sûriye ji nû ve vegere wek dewlet ji nû ve erkên xwe pêk bîne. Em ê helwesta xwe ya bê tawîz ji bo yekparçeyiya axê bidomînin. Yên ku hewl bidin ji lehiyê dara bigrin, wê gelê me li hember wan bisekine.

Em bi biryar in ku serê rêxistinên terorê bi taybetî DEAŞ û PKKê bişkînin. Sûcdarên cudaxwaz yan dê çekên xwe deynin yan jî bi çekên xwe li nav axa Sûriyê bên binaxkirin. Em ê rêxistina terorê ya ku dixwaze di navbera me û birayên me yên kurd da dîwar lê bike ji holê rakin. Helbet çawa ku hesabê rêxistinên terorê heye, hesabên me jî hene. Em ê lîstikên emperyalîstan xera bikin. Kurd û Tirk em heman hewayê distînin û li heman ezmanê dinêrin. Em hemû zarokên şaristaniyeke hevpar in. Em ê pêşeroja xwe bi hev re ava bikin. DEAŞ him ji bo Sûriyeyê him jî ji bo me tehdîdeke ku divê were tunekirin. Yekane hevalbendê NATO ye ku bi wan re mil bi mil şer dike. Kes dersê vê yekê nade me. Ji bo yên din dibe ku aştiya Sûriyê di rêza duyemîn de be, lê em xwediyê vê luksê nînin. Sûriye çiqasî zûtir li ser lingan bisekine, dê vegera birayên me yên bêzar jî bileztir bibe.


Back to top button