Di Kongreya WALTIC'ê de nivîskarên kurd axivîn
Di Kongreya Nivîskar û Wergerên Wêjeyan a Navneteweyî (WALTIC) de nivîskarên kurd jî amade bûn û axaftin kirin.
WALTIC ji bo nivîskar, wêjevan û wergerên dinyayê bêne ba hev, hev nas bikin ev duyemîn car e li dar dikeve. Piştî sala 2008’an WALTIC’ê vê carê 2’yê mehê li Stenbolê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Waltic bi zimanî îngilîzî li dar dikeve. Di nav de tenê nivîskarên kurd bi zimanê xwe axivîn û ew ji bo îngilîzî hat wergerandin.
Ji kurdan lêkolînvan Zeynel Abidin Zinar, nivîskar Fehim Işik û Ali Fikri Işik* beşdarî WALTİC’ê bûn û gotarên xwe bi kurdî pêşkêş kirin.
Di rûniştina ku moderatoriya wê mamoste Ronayî Onen kir de pêşî lêkolînvan û nivîskar Zeynel Abidin Zinar axivî û li ser ‘dewlemendiya folklora kurdî’ sekinî. Zinar got ku folklora her neteweyî, girêdayê bi çanda wî neteweyî ve ye, eger çanda neteweyî dewlemend be, folklora wî neteweyî jî dewlemend e. Eger çand lawaz be, folklor jî lawaz dibe. Yanî folklor, wêneyê xwe ji yê çanda netewî werdigire.
Peyva folklor ji ku tê?
Zinar li ser folklor çi ye jî da sekinî û wisa got: “Çawa ku tê zanîn, ji xelkê re folk tê gotin, peyvika lor jî bi wateya zanîn/zanist e. Îcar dema ev her du peyvik digîjin hev, wateya zanistiya gel didin. Lê belê Folklor bi wateya xwe ya ferhengî, pir fireh e û ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin. Peyvika folklor cara pêşî li Londrayê sal 1846, ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve hatiye gotin û di kovara Athenaeumê de hatiye weşandin. Piştre jî Elmaniyan ev peyva folkloreyê bi kar anîne. Hin bi hin ev peyv li dinyayê belav bûye û ketiye nava zimanê kurdî jî.”
Lêkolînvan Zinar paşê qala dewlemendiya çîrokên kurdî, di çîrokan de cure, awa û zimanên wan ji bo temaşevanan şirove kir.
Pêdiviya zimanên qedexekirî bi wergerê
Nivîskar Fehim Işik li ser “Girîngiya Wergêrê û Edebiyata Klasîk a Kurdî” sekinî. Işik li ser girîngiya wergerê sekinî û wisa got: “Wergêr, di danûstendina nav çand û zimanan de, di têgihîştina hev de ciyê herî girîng digire. Lê îro ya herî girîng jî ev e ku çand û zimanên qedexekirî, ji hemûyan zêdetir pêwîstiya xwe bi wergêrê heye.”
Işik ji nav klasîkên kurdî qala werger, wêjevanên kurd kir û mijara xwe zelal kir.
Romana kurdî modernîzmê derdixe
Herî dawî jî nivîskar Alî Fikri Işik li ser mijara xwe ku mijara wî “Romana modern a kurdî” bû sekinî. Işık got ku ji bilî romanê ziman jî daxil, di nava cihana kurdewariyê de navgîneke ku xwe gihandiye asta modernîzmê tune ye û ev yek lê zêde kir: “Wisa xuya ye ku wê modernîzma kurdewariyê ji romana kurdî bi xuliqe.”
Işık diyar ki ku li vî welatî hinek tişt ji robana kronolojîk cuda diherikin û wisa dom kir: “Aqilê civaka kurdî, aqilê siyasî ne aqilekî modern û bajarvanî ye. Ku em dîsa vegerin û li ser dîroka modernîzmê û hebekî bihizirin, emê bibînin ku têkiliya modernîzmê têkiliyeke bajarvanî ye.”
Li dinyayê qîmeta zimanê kurdî zêde dibe.
Piştî kongreyê lêkolînvan Zeynel Abidîn Zinar ku di her du kongreyên WALTIC’ê de jî amade bû, armanca kongreyê, nêzîkbûna wê ya li kurdî ji me re wisa anî ziman: “Ev kongre ji serê ewil de ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ve hatiye amedekirin. Armanc ew e ku nivîskar, helbestvan, wergerên dinyayê kom bike, wan ciheke bîna ba hev. Di vir de her kes li ser pîşeyê xwe xeber didin. Bi vê dikin ku biratiya zimanan çê bibe. Cara pêşî 2008’an de li Stockholmê çêbû. Navê min jî hinekan pêşniyar kiribûn. Hatin gotin zimanê me yê fermî îngilîzî ye, lê min got bi kurdî nebe ez beşdar nabim. Ez çûm bi kurdî min xeber da û ji îngilîzî wergerandin. Beşdar gelek bûn. Ev wisa kongreyeke ku dema bi dawî dibe encamê werdigerînin 140 zimanî û li dinyayê belav dibe.
Min di wê kongreyê de li ser girîngiya yekbûna alfabeya kurdî ku divê latînî be xeber da. Di vê de jî min li ser folklora kurdî xeber da. Ji welatên cuda 600 kes hatine beşdar dibin. Qîmeta kongreyê ji bo kurdî gelek û ji ber ku beşdarên kurdî bi kurdî jî xeber dan ev zêdetir baş e. Mînak heta niha digotin kurdî tune, qedexe ye, vaye kurdî di kongreya navneteweyî de cih digire. Ji ber ku koma kurdî ku di kongreyê de di roja pêşî, saeta pêşî de cih dan wan ev jî girîng e û nîşan dide ku rûmeta zimanê kurdî zêde bûye li dinyayê. Niha eleqeya ji bo zimanê kurdî gelek bû.
* Gotarên ku hatin pêşkêşkirin îro emê di Diyarnameyê de biweşînin.
Cemil Oguz
( Diyarname )