Polîtîk

Turk: Boykot nayê guhertin

Ji rojnama Milliyetê Mehveş Evin ji Ahmet Turk pirsî:

Ew peyama ku hun li hêviyê bûn, ji Ak-Partiyê nehat. BDP-ê biryara xwe ya boykotê aktîftir kir. Serokwezîr peyamek çewe bide  dê helwesta BDP-ê bête guhertin?

Ahmet Turk: Ji vê gavê pê de helwesta BDP-ê naye guhertin. Bila em realist bin. Ji îro pêde BDP helwesta xwe biguherê dê BDP xwe xilas bike. Lê me bi israr hinek daxwazî kirin. Me banga xwe kir. Me sê tişt xwestin.  Bila qanuna dijê terorê bête rakirin. Bila hevalên ku di doza KCK-ê de hatîn girtin bêne berdan. Bila baraja hilbijartina dakeve xwar. Serokwezir di derbarê berdan hevalên me de, got ev karê dadweriyêye. Hun bi vê gotinê zarokan dikarin bixapînin. Ma we rojeki de 101 leşker negirtin û piştî li hevhatinekî cardin bernedan?

Başe em bêjin serokwezîr hinek peyamên ku nêzikî tiştên hun dixwazin bide?

Turk: Ez siyasetmedarim, bawer nakim piştî vê seetê tiştekî bêje. Lê hinek peyamên ku bandore xwe li ser xelkê bike bide, ev yek tê gengeşekirin. Ev ne bi biryara min dibe.Partiya me heye.

Ji vê daxûyaniya  Ahmet Turk dixweyê ku heta seeta dawî jî helwesta BDP-ê dikare bête guhertin. Lê di rastiya xwe de nawenda helwesta BDP-ê tenê li Îmraliye. Ne birêz Turk ne jî BDP dikare biryara dawî bide. Lê hinek alî dixwazin bûyera dijwartir bikin ku, BDP di helwesta xwe de berdewam be.

Back to top button