Polîtîk

Fehmî Isiklar : Biryara boykotê xeletiyeke

Seroke HEPê ( Halkin Emek Partisi ) ya berê û Sekretera Giştî ya DİSK ê berê Fehmî Isiklar got : Min  ji ber Îşkenceyên 12 Îlonê gurçikekî xwe winda kir û 4 sal di bin îşenceyada mam . Mirovên wekî min nikarin digel Kenan Evrenê di heman aliyê de bimîne. Û ger li referandumê ‘NA’ ji %50 yê zêdetir derkeve  heri zêde Kenan Evren kêyfxweş bibe.

Isiklar da zanîn ku guhertinên pakêta referandumê pêşiya fikrên mudaxeleya leşkeran digre û Referandûm alîkariyê demokrasiyê bike. Emê hînê referandum bibin.Heta niha gelek car guhertinên li ser zagona bingehînê de çêbûn lê ew hemiya jî di bin kontrola leşkeran de bû lê niha di bin destê milletê de ye. Ji mafê jinan bigre heta li ber darizandinê de her kes xwefî mafên wekhev dibin û ez  nexwazim wek Kenan Evren di aliyekî de bibim.

Biryara Boyqotê xeletiyeke

Ez di alîkê de fikrên xwe yê çep alikî dî de jî serokatiya BDP ya berê HEPê bûm.Biryara boyqotê gelekî şaşe û tu sedema boyqot jî tineye. Serokwezirî Tirkiye gotîbû ku ji vir şunde emê guhertinên firehtir bikin. BDP jî guhertinên firehtir dixwest . Di vê rewşê de mazereta boyqot jî namîne û biryara boyqot jî xeletiyeke.

Isiklar balkişand ser guhertinê û got : Ger di  encamê referandumê de alîgerên ‘NA’ serkevin pêşiya dexwaza guhertinê jî têne girtin û kesên wek Kenan Evren û berpirsyarên 12 Îlonê jî kêyfxweş bibin.

Back to top button