Civak

Erdogan li Diyarbekir axivî

 

Erdogan got: “  Di nawenda siyaseta me de insan heye. Heta insan ne azad bin, heta em nikaribin ji bo insana edaletê pêkbînin,tu cara mirov nikare heyîna xwe berdewam bike.“

Erdogan di axavtina xwe de bi kurtahî ev  tişt gotin:

<!– Menderes xwest demokrasiyê cih bike, lê tehemul nekirin û 3 qehremanên demokrasiyê idam kirin. Demokrasî biçekî xwest pişta xwe rast bike,12 adara 1971-ê cardin midaxele kirin. Welatek wek Almanya piştî şerê cîhanê yê duyem wêran bû, lê cardin karîn serxwe ve werin û demokrasiya xwe ava bikin. Lê li Tirkiye hinek nahêlin demokrasî çêbibe. 12-ê îlona 1980-ê ji bo demokrasiyê karaseyek mezin bû. Di dema Ozal de hat xwestin ku hinek tişt bêne çêkirin, kesên ku dijê guhertinê bi planên qirêj pêşveçûn sabote kirin.

<!– Min sala 1997-ê li bajarê Sêrtê helbestek xwend, ez hatim mehkemekirin, min ceza girt û ez êxistim girtîgehê de. Min bihayê azadiyê di nav çar dîwaran de behtir fam kir. Ez baş têgiham ku tişta ji miletê me re pêwiste demokrasiye. Lê astengên mezin di rêya me de pêyda kirin.

<!– Em eşa wan kesên ku nîvê şêvê ji malên wan derxistin û gule berdan serê wan û ew qetil kirin, gelekî baş tê digihin. Em dizanin çewe li gundan gundî li meydana gund kom dikiran û işkence li wan dikiran. Ez dizanim di zindanan de dê û bavan nekariyan bi kurdî li gel zarokên xwe kiset bikin. Li Hakarî melayek piştî mêja sibê  di rêya mala xwe de bê kuştin, em baş dizanin ev çîye. Em êşa Apê Musa ji bîr nakin. Em Abdurrahim Semavi yê ku 7 sala li zindana Diyarbekir işkence dîtî ji bîr nakin. Em hesreta Şivan Perwer û wefata Ahmet Kaya ya li xerîbiyêjî, ji bîr nakin.

<!-         Erdogan_Diyarbekir_867306725.jpg 

      

Tiş- Tiştên ku min sala 2005-ê li Diyarbekir gotîn ez niha jî dibêjim û li pişta wan gotinên xwe me.

<!– Em piştî hilbijartinên 2011-ê bingeha destûrek nû ava dikin, em niha bi vê referandumê deriyek ji bo pêkanîna destûrek nûjen vedikin.

<!– Biryara Boykot kirina referandumê ne demokratîke.Ev helwest mafên demokrasiyê têxe di bin îpotekê de.

<!– Em bernama balefirxaneyek nû û mezin li Diyarbekirê çêdikin.

<!– Xwezî niha zimanê zindana Diyarbekir hebûya û di 12-ê îlonê de işkenca dijê mirovatiyê dihat kirin bi gota. Emê wê zindanê xira bikin.

<!– Me TRT 6 vekir, televizyon û radyo dikarin 24 seetan weşanê bi zimanê kurdî bikin.

N

 

 

 

 

 

 

Back to top button