Ev demek dirêj e ku di navbera Selahattîn Demîrtaş û rêvebirên HDP de pirsgirêk hene. Week tê zanîn, di nava HDP de gelek klîk û grûp hene. Grûpa Îmralîyê, grûpa Kandîlê, grûpa çepên Tirk û Kemalîst ên dewletê û grûpa Kurd ku ji siyaseta HDP û hevkarîya bi îepên Tirk aciz in. Piştî ku HDP di vê hilbijartinê de tifaq bi çepên marjînal ên Tirk re çêkir û deng û rayên xwe kêm kirin, di nav HDP de gengeşî û nerazîbûn zêdetir bûye û bi taybet Kurdên welatparêz doza lêborîn û îstîfayê li rêvebirîya HDP dikin.

Selahattîn Demîrtaş di nav girseya HDP de xwedîyê gotin û hezkirinek zêde ye. Û hetta bi qasî ku bingeha Kurd a HDP guh dide Demîrtaş, guh nade A. Ocalan û Qendîlê. Ev yek jî hem di nava dewletê de û hem jî di nava PKK û HDP de nerazîbûnek mezin çêdikir. Demîrtaş gelek caran name ji rêvebirîya HDP re şandin, rê û siyaseta wan rexne kir û pêşûniyazên xwe arasteyî wan kir. Lê rêvebirîya HDP guh nedida pêşniyazên Demîrtaş û dixwest bandora Demîrtaş a li ser Kurdan bişkîne û wî di çavên wan de piçûk bike.

Demîrtaş, her çiqasî di rabirdûya xwe de bi piştgirîya xendekan û berberîya Erdogan zirar dabe Kurdan jî, di nav HDP de yek ji kesên ku xwedîyê hest û helwestek Kurdî bû. Çawa ku grûpên nava HDP bi dilxwazîya dewletê, Îmralî û Qendîlê Kurdên wek Leyla Zana, Osman Baydemîr û Kurdên ku di doza Kurd de hinekî hesas û xwedî hest û helwest bûn ji HDP dûr xistin,dixwestin ji Demîrtaş û bandora wî xilas bibin û wî pasîfîze bikin. Helwest û siyaseta van grûpên ku li dijî hest û helwestên Kurdî ne Bû sedemek ku Demîrtaş dev ji siyaseta çalak berde û xwe dûrî siyaseta HDP bike.

Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demirtaş, piştî ku HDP di hilbijartinên borî de hêz û xwîn winda kir, daxuyanîyek da û rexne li xwe û partîya xwe kir. Demîrtaş lêborîna xwe ji Kurdan xwest, li ser medyaya civakî daxuyand ku wî dev ji siyaseta aktîf berdaye û wiha got:

“Ez li ser navê xwe ji dil lêborînê dixwazim ku me nekarî siyasetek layiqî gelê xwe bidin meşandin. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasîyan berteref bikim. Her wiha spasîya rexneyên çêker ên ku li min hatin kirin dikim. Ezê hewl bidim sûdê jê wergirim. Ezê jî wek hemû hevalên xwe yên li girtîgehê têkoşîna xwe bi berxwedanê bimeşînim, ez di vê qonaxê de dev ji siyaseta aktîf berdidim. Bi hêvîya rojên azad”. 

Daxuyanîya Demirtaş wek bombeyekê ket rojeva siyasî ya Kurd, Tirkîye û cîhanê. Tê gotin ku gelek ji rêvebirên nava HDP girîngî nedane daxuyanîya Demîrtaş û dibêjin “devjêberdana siyaseta aktîf a Demîrtaş mijarek ku divê neyê mezinkirin. Siyasetmedarên din ên di girtîgehê de bi tweet û daxuyanîyan siyasetê nakin. Rewş bi tevahî normal e û di nava partîyê de erkên Demîrtaş nîn in“. 

Di vê derbarê de kesên nêzîkî Demîrtaş dibêjin: “Dixwazin Demîrtaş bêdeng bikin. Pêşniyazên wî nayên guhdarîkirin. Bi ser de jî dema ku encamên hilbijartinê bi vî rengî hatin, hewl dan ku Demîrtaş berpirsiyar bibînin. Di nava HDP de kesên ku dixwazin Demîrtaş ji girtîgehê dernekeve jî hene”.

Nûçe / Analîz

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: