Berdevkê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mahmut Muhammed, di derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê de axivî. Muhammed got: “Em bang li hemû partî û welatîyên Kurdistanê dikin ku di çarçoveya erkên xwe de hevkarîyê bikin û da ku hilbijartinên adilane pêk bên”.

Muhammed, di daxuyanîyek nivîskî de wiha got: “Ji alîyê her kesî ve tê zanîn ku Partîya Demokrata Kurdistanê hemû hewlên xwe daye ji bo ku di dema dawî ya xûla 5an a Parlamentoya Kurdistanê de hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin. Ji bo vê mebestê di proseya siyasî de daxwaz ji alîyên beşdar kir ku gavên cidî ji bo amadekarîya hilbijartinan li gor dema qanûnî bavêjin”.

Berdevkê PDK Muhammed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Emê venegerin bo şirovekirina pêngavan û nîgeranîyên xwe yên derbarê pêvajoyê de, lê em bang li hemû alî û welatîyên Kurdistanê dikin ku hevkarîyê û hêsankirina hilbijartinên paqij û dadperwerane bikin. Em bang li hikûmet û sazîyên pêwendîdar dikin ku ji bo serkeftina pêvajoyê gavên pêwîst bavêjin. Em carek din radigihînin ku ji bo partiya me ya girîng ew e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çawa bên kirin”.

Dadgeha Federalî li ser gelek gilî û gazinan civîya, yek ji wan jî dirêjkirina sala yasayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bû. Dadgehê biryar da ku dirêjkirina sala yasayî ya parlamentoyê ne destûrî ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: