Piştî ku Selahattîn Demîrtaş bi daxuyanîyekê eşkere kir ku wî dev ji siyaseta çalak berdaye, HDP di nava xwe de kelîya, pirsgirêk û gengeşîyên heyî zêdetir bûn.

Helwest û daxuyanîya Demîrtaş ji alî şirovekar û rojnamevanan ve bi nirxandinên cuda hat pêşwazîkirin û ji bo HDP wek ûltîmatomekê hat şirovekirin. Tê gotin ku heger HDP dev ji siyaseta xwe ya îro bernede û venegere ser bingeha xwe ya berê, wê Demîrtaş tevger yan partîyek nû damezirîne û ji HDP cuda bibe. 

Di derbarê daxuyanî û helwesta Demîrtaş de siyasetmedarê Kurd û yek ji kedkarê HDP Ahmet Turk, piştgirî da rexne û helwesta Demîrtaş û mikur hat ku di nava HDP de gelek navendên cuda hene.  

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, di derbarê daxuyanîyên Demîrtaş de got ku, “Selahattîn Beg siyasetmedarekî serkeftî bû. Ew hevalekî ciwan û dînamîk e. Min biryarek wilo hêvî nedikir”. Turk, piştgirî da rexneyên Demirtaş yên derbarê proseya hilbijartinê û got: “Tu pêkhateyek rêxistinkirî tunebû. Di nava partîyê de gelek navend hatin avakirin”. 

Turk, bal kişand ser encamên sindoqan, kêmasî anîn zimên û got: “Divê em hemû ji nû ve bifikirin. Di pêvajoya hilbijartinê de kêmasî hebûn. Ev kêmasî ji namzetan heta bernameyê li gelek cîhan hebûn. Encamên li herêmên Kurdan vê yekê nîşan didin. Piştî vê yekê gel wê biaxive”.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: