Nivîsar

Demîrtaş: Dewleta me T.C ye !

Li bakurê Kurdistanê kêşeyaka civakî heye ku, kesek hewlnade behsê bike. Beşek ji civatê daye dûv siyaseta PKKê, PKK û hemû aliyên pêve girêdayî çi bêje ewe e. Îtiraz tuneye.  Berê xwe bidin siyaseta PKKê gelo ev siyaset çewene û çiye? Li dijê kî tê kirin?

Ji berî her tiştekî di bingehê siyaseta PKKê de dijberiya dewleta Tirk tuneye û berevajî ev siyaset havênê xwe ji Kemalizmê wergirtiye û parastina dewletê ji xwere kiriye armanca sereke. Eve 40 salin civaka Kurd tehrîb dike, hewldide Kurda dewleta Tirk ve entegre bike. Formûla siyaseta PKKê û hemû dam û dezgehên PKKê ve girêda yî ev e.

HDP di çerçova siyaseta PKKê de rojekî li himber dewletê û siyaseta dewletê ya dijê Kurda dernakeve. Dijitiya hukumetê, Ak Partiyê û Erdogan dike. Ev yek welê tê fam kirin ku dijitiya dewletê dike. Niha li Tirkiye, CHP, çepên Tirk, û çepên Nasyonalist hemî dijê desthilata Ak Partiyêne , lê hîmên dewleta Tirk ya ku li ser imha û inkara Kurda hatî avakirin diparêzin. Tirsa wan ya herî mezin ewe ku ev hîmên binyata dewletê de rojekî birûxin. HDP jî beşek ji vê siyasetê ye.

Îro Ak Partî desthilata û nûnertiya dewletê dike, sibehî dibe partiyek din werê ser desthilatê. Lê ji bo civaka Kurd ji aliyê mafên netewî de tiştek nayê guhertin. Ji ber ku HDP jî di nav de hemû partî xwediyê bernameyekî ne û vekirî dibêjin ku, dema bibin desthilat dê çi bikin. Lê rojeva wan a siyasî de pirsa Kurd tuneye. HDP jî wek partiyek a muxalefetê tevdigerê û ji bo Kurda ne xwediyê tu bernameyeki ye.

Ji aliyek din ve di nava HDPê de eve demeke zirna Demirtaş tê lêdan. Heta gelek civatan de xelkê girêdayî HDPê piranî ji Ocalan behtir behsa Demirtaş dikin û wî ji Ocalan behtir dihebînin.

Selahattin Demirtaş li girtigehê de rojane dîtina xwe bi daxûyaniya û medya civakî de radigihîne. Tu asteng jê re tuneye. Heta Demirtaş niha ji berê behtir popûler e.

Demirtaş herî dawî Twitterek ragihand û tê de dibêje: “ Ji guhertina mezin re amadebin.Bila herkes destbide hev û li tenişta hevudin bisekine. Pîvana me ya hevbeş `Cumhuriyeta Demokratik` e. Malama ya hevbeş Tirkiye ye.Dewleta me ya hevbeş Cumhuriyeta Tirkiye ye.

Gelo ev gotar hewceyî nirxandineki ye? Çi cewazî di navbera vê gotarê û gotarên serokên partiyên Tirk de heye. Erdogan jî, Bahçelî jî, Kiliçdaroglu jî hemû  jî her vê yekê dibêje. Demirtaş rastiya xwe dibêje, lê kêşa ewe ku Kurd bi vê yekê tê nagihin. Civat hatiye gêj kirin. Ji bo vê jî ev gotin gelek nayên şirove kirin. Partiyên Kurd bi xwe jî gelek guh nadin van gotina û şiroveyekî li ser nakin. Gelo ji bo çi partiyên Kurd bê deng dimînin?

Gelek vekirî Selahattin Demirtaş hewldide ku şivanetiya kerîyek pez bike û berê wî pezî bide hevşîyê dewletê.. Reya te vekirîbe…

9.5.2022

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button