Polîtîk

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutarshev kir.

Di civînê de ku Konsulusê Giştî yê Rûsyeyê yê li Herêma Kurdistanê Olig Levin jî tê de beşdar bû, guftûgo derbarê rewşa Îraq û deverê hatin kirin.

Di mijareke din ya civînê de, guftûgo derbarê şerê di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de û bandorên wî şerî li ser aboriya cîhan û rewşa jiyana welatiyan hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya dawîanîna şer û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog û danûstandinê kir.

Back to top button