PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê digel Balyozê Beljîkayê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 09.05.2 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Filip Vanden Bulcke Balyozê Baljîkayê li Urdinî û şandeya pê ra kir.
Di civînekê da, pêşvebirina têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Beljîkayê, rola Beljîkayê di çawrçoveya hevpeymaniya navdewletî ya dijî Daîşê da, pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî li Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê da hatine gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliya û berfirhkirina warên alîkariyên hevbeş kir û her du alî hevhizir bûn ku Daîş li se asayîşa Îraq û herêmê bi giştî metirsiyeka cidî ye, ji ber vê jî Îraqê hertim pêdivî bi piştevaniya navdweletî heye.

Birêz Balyozê Beljîkayê rola Herêma Kurdistanê di berhingarbûna Daîş da û qurbanîdanên Pêşmerge bilid nirxand û ji bona vê yekê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî Beljîka wek hevbeşek dê bi piştevaniya Îraq û Herêma Kurdistanê pabend be.

Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xw ve, li ser navê Herêma Kurdistanê sipasiya Bejîkayê kir ji bo wê piştevanî û hevkariya di şerê dijî Daîşê da kirî û tekîd li ser pêdvîtiya hebûna hevkarî û hevahengiyê di navbera Pêşmege û atreşa Îraqê da, bi taybetî li deverên valahiya emnî heye, kir.

Rewşa Şingalê û koçberbûna xelkê wê deverê ji encamê pevçûn û aloziyên vê dawiyê li wê deverê qewimîn, erk û kar û çalakiyên UNETAD li Îraê, rewşa navxwe ya Herêma Kurfistan û giringiya diyalog û lihevtêgihiştinê, pirsên di warê azadî û azadiya raderbirînê da, Kovîd 19 û berkeftiyên wê, rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên din yên aktuel di rojevê da mijarên din yên civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Beljîkayê bûn.

Back to top button