Serokwezîr pêşwazî li Balyozê Belçîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Belçîka yê li Iraq û Urdinê Filip Vanden Bulcke kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û guhertinên proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa asayîşa navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Belçîka û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên dualî di hemû waran de, bi taybetî jî di warê aboriyê de hat kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: