Nivîsar

Deh romanên kurdî yên herî baş

Dema min di rojnama rojane a tirkî ”Huriyet”ê de nûçeya deh romanên herî baş yên tirkî xwend, ez ji xwe re fikirîm, gelo deh romanên kurdî yên herî baş kîjanin? Min heta niha, belkî yek, du romanên kurdî netêde, bi tevahî hemû romanên kurdî yên nivîskarên kurd ên bakurê Kurdistanê xwendiye û min herweha li ser sed romanên kurdî nivîsên nirxandinê nivîsiye û ji bo danasîn û nirxandina sed romanên kurdî bi navên ”bîst romanên kurdî” , ”sî romanên kurdî” û ”pênce romanên kurdî” sê pirtûk amade kiriye û ya bi navê ”bîst romanên kurdî” weşandiye û herduyên din jî ji bo çapê amade kiriye. Min li ser romanên cîhanê jî, romanên ku min xwendiye û ji wan hez kiriye, derbarê wan de nivîsiye û weke pirtûk amade kiriye. Min pirtûkek jî li ser romanên nivîskarên kokkurd ku bi tirkî roman nivîsîne amade kiriye. Yanî bi tevahî pênc pirtûkên min yên derbarê romanan de hene

Li gor nûçeya rojnamê ku seranser rûpelek ji bo vê mijarê amade kirine, diyar dibe ku di fuara pirtûkan a Tuyabê de deh nivîskar, akademîker û rexnegirên edebiyata tirkî van deh romanên li gor wan herî baş hilbijartine. Helbet herkes li gor xwe bi berçavika xwe li tiştan dinêre. Di nav van deh romanên serketî yên tirkî de yek romaneke nivîskar Ahmed Altan tune. Ez wek xwendevanekî ji romanên wî hez dikim. Li gor dîtina min divê bi kêmanî romaneke wî jî di nav van deh romanan de cih bigirta. Hinek romannivîserên kokkurd hene ku bi tirkî dinivîsin û romanên wan aîdê edebiyata tirkî ne, hinek romanên van nivîskarên kokkurd ji hinek romanên ku di vê lîsteyê de cih girtine, baştir û serketîtir in.

Deh nivîskar, akademîker û rexnegirên edebiyata tirkî ku deh romanên herî baş hilbijartine ev in :

1 – Dogan Hizlan – Rexnegir û nivîskarê rojnama Huriyetê.
2 – Konur Ertop – Nivîskar, rexnegir.
3 – Asuman K. Buke – Rexnegir.
4 – Omer Turkeş – Rexnegir
5 – Ferîdun Andaç – Nivîskar, rexnegir, akademîker.
6 – Rengîn Soysal – Nivîskar, rojnamevan.
7 – Metîn Celal – Nivîskar, rexnegir.
8 – Handan Încî – Nivîskar, zimanzan, akademîker.
9 – Semîh Gumuş – Nivîskar, rexnegir.
10 – Yusuf Çotuksoken – Nivîskar, zimanzan

Deh romanên ku ji alî van deh nivîskar û rexnegiran ve hatine hilbijartin jî ev in :

1 – Tutunamayanlar – Oguz Atay.
2 – Saatlerî Ayarlama Enstîtusu – Ahmed Hamdî Tanpinar.
3 – Înce Memed – Yaşar Kemal
4 – Anayurt Otelî – Yusuf Atilgan
5 – Birgûn Tek Başina – Vedat Turkalî
6 – Sevgîlî Arsiz Olum – Latîfe Tekîn
7 – Dewlet Ana – Kemal Tahîr
8 – Benîm Adim Kirmizî – Orhan Pamuk
9 – Bîr Dugun Gecesî – Adalet Axaoglu
10 – Her Gece Bodrum – Selîm Îlerî

Min di nav van deh romanên hilbijarî de 6.roman xwendiye û 4 roman nexwendiye. Lêbelê min hemû romanên Ahmed Altan xwendiye. Heger min deh romanên herî baş yên tirkî hilbijarta min ê romana Yaşar Kemal, ”Înce Memed” û neh romanên din ku di vê lîsteyê de cih negirtine, hilbijarta.

Dema ez fikirîm ku deh romanên kurdî yên herîbaş kîjanin, hat heşê min ku heger ez navê deh romanên deh nivîskarên kurd bibêjim, dê yên din ango yên ku min navê romanên wan negotiye û romana wî/wê nexistiye nav kategoriya deh romanên kurdî yên herî baş, ew ê ji min nexeyidin?…Dibe ku hinek jê bixeydin. Lê ev nayê vê maneyê ku ez bîr û baweriyên xwe, dîtinên xwe bi şêweyeke azad nebêjim. Na, divê ez bibêjim. Dixwazin bila bixeydin û dixwazin bila nexeydin, êdî keyfa wan e.

Lêbelê, tişteke bala min kişand; di nav van deh nivîskaran de –ku deh romanên herî baş hilbijartine – yek jê jî ku roman nivîsiye tune. Lêbelê wan gelek nivîs, gotar li ser romanên tirkî û yên cîhanê nivîsîne. Niha ez bi tena serê xwe navên deh romanên kurdî yên herî baş bibêjim yan bi deh kesên din re, dîtinên wan jî wergirim û bibêjim. Bi min, herî baş ev e ku; ez bi riya vê nivîsê  ji kesên ku li ser pirtûkên kurdî nivîsên danasînê, nirxandinê û rexneyî nivîsîne bipirsim. Û herweha ez ji hemû xwendevanên kurd yên ku romanên kurdî dixwînin, dipirsim.

Belê ez ê ji wan dipirsim ku; li gor wan deh romanên kurdî yên herî baş kîjanin? Di bersîva wan de deh romanên ku herî pir navên wan hatine nivîsîn wek deh romanên kurdî yên herî baş binav bikim û pêşkêşê xwendevanan bikim.

Ji kerema xwe bersîva pirsa min bişînin ser vê maila min : [email protected]

Ez li benda bersîvan im.

Têbinî – Ez ê di nivîsa xwe ya duyem de hem li gor min deh romanên kurdî yên herî baş kîjanin binivîsim û hem jî li gor bersîvên ku hatine, deh romanên kurdî yên herî baş kîjanin binivîsim û pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.

 

Lokman Polat

Back to top button