Nivîsar

Çîrokên zivistanê û weje

               

Bi demsala zivistanê re wextê devê tûrikê çîrokan  vekirin jî dest pê dikir. Berfeke giran jîyana civakê di  kavilê gundan de asê dikir. Rê û şop winda dibûn, serma û seqem derî li civakê dida girtin. Di koxê xanîyan de sobe dadidan, li ser sobê dibû “çize çiza” çaydankê çay. Qutîyên titûna qaçax vedibûn, bi pêçîyên lapilorî cixarên zirav dihatin pêçandin. Hîna tarî nedikete erdê dest bi çîrokên zivistanî dikirin.

Kê devê xwe vekira, wek wêjenasekî ji devê wan hevokên bi wate dihate xwarê. Kesên di civakê  de rûniştî  bi dil û can guhê xwe didan gotarvanan. Lê kambax be, hemî çîrokên wan li ser tirsê û xofê ava bibûn. Hûnandineke wisa balkêş dihate kirin, mirov şaş û metel dima. Ew gotarvanên xwendegeh nedîtî, nexwenda  û nenivîskar çawa wisa xweş  li hev dianîn; ew jî dayînekî xwedê bû.

Di destpêkê de digotin “ Carek ji caran rehmet li dê û bavên guhdara, xeynî mişkên qulê dîwara “ paşê dest bi çîroka dikirin. Bi vegotina çîrokan mirov hejarîya xwe, tengasîyên xwe, tunebûnîya xwe, serma û seqema zivistanê ji bîr dikir. Mirov carna xemgîn dibû, carna şa dibû, carna ditirsîya, carna bi xiroş dibû. Hinek çîrok hebûn bi stranan dihatin  xemilandin, mirov gelek kêfxweş dibû. Bi  hinek çîrokan re mirov kelogirî dibû hêsir bi çavên mirov diket û hûrik hûrik rondik dibarîn. Mirov xeyal dikir, xwe di nêv de didît bi awayekî.

Şevên  zivistanê ewqas dirêj bi vegotina çîroka kin dibûn, carînan çîrok bi dawî nedibûn. Dema xewê dihat, civak bêdil belav dibû. Çimkî, di  mereqa dawîya çîrokê  de mabûn. Bêtebat li benda şeveke din diman, ji bo dawîya çîrokê guhdarî bikin. Wek rêzefîlmên niha dirêj bûn. Gelek çîrok jî bi sedemekî nîvcû man nehatin qedandin. Ew keser ma di dilê mirovan de.

Mirovên ku çîrok guhdarî dikirin û piştî vegotinê rê ya mala xwe digirtin, di bin tesîra çîrokê de diman. Gorî mijara çîrokê tevgera wan di guherî. Yan bi  tirs û xof, yan jî bi dilşahî serê xwe didan ser balîfê û diketin xewê. Tesîra çîrokan li ser xewnên wan jî bandor  dikir. Ev kevneşopî ji bav û kala heta bi karanîna televizyonê dom kir. Bi kar anîna televizyonan re ew şevên rengîn ji jîyana me derket in. Ne suhbet ma, ne yarenî ma, ne par ve kirin ma û ne jî ev kevneşopî ma.

Çîrokên zivistanî ji bo fêrbûna ziman, ji bo wêjeya Kurdî wek xwendegehekî bûn. Hest û raman bi van çîrokan gelek dewlemend dibûn. Heke bandora asimilasyonê zêde li civatê tesîr nekiribe, di vî de para çîrokan jî heye û nayê înkar kirin. Vegotina xweş, hevokên rast, peyvên balkêş bingeha çîrokan bû.

Şevên sar bi çîrokan germ dibûn, pêwendîyên civakî bi çîrokan qewîn dibûn. Rêzdarî bi çîrokan zêde dibû, zimên bi çîrokan pêşve diçû. Koşk û malên ku dibûn cîhê vegotina çîrokên zivistanî mîna xwendegehekî ji zimanê Kurdî re, ji çanda Kurdî re xizmet dikirin. Di van wargehan de gelek çîrokbêj û çîrokvan gehîştin û bûn barkêşê wêjeya devkî. Îroj ew çîrokên devkî tên nivîsandin û wêjeya Kurdî dewlemend dikin. Werhasil mirov dikare bêje, bingeha wêjeya Kurdî  çîrokên zivistanî ne. 21 Mijdar 11

Tevger Çekdar

Back to top button