Çelrojiya şehîd Mişhel Temo li Stockholm
Di 20-11-2011 de li paytextê Swêdê Stockholm çelrojiya şehîdê azadî û dêmokrasiyê, şoreşger û xebatkerê hêja Mişhel Temo li dar ket.
Gelek parti, rexistin û dezgehên kurdan beşdar bûn û li ser siyaset û gringiya Mişel Temo axaftin kirin. Her weha gelek kes ji rêxistin û komeleyên gelên Sûrî jî beşdar bûn û wan jî nerînên xwe anîn ziman û sersaxiya gelê kurd kirin.
Bîranîn bi rêzgirtina şehîdan destpêkir û bi gotina Ey Raqib berdewam kir.
Gelek kesên ku axaftin kirin, bal kişandin ser rewşa rojhilata navîn ya nû û girîngiya yekîtîya Kurdan.
Kesên ku axiftina xwe bi erebî kirin gotin ku em hemî gelên li Sûrî dijîn çi kurd çi ereb çi yên din derd û problemên me yekin.
Di axaftinan de behsa siyaseta Mişel Temo û keda wî ya di rêya azadiya de û grîngiya wê hate kirin. Helbest hate xwendin, beşdaran gulên rengareng danîn ber wêneyê Mişel Temo û mûm pêxistin.
Hate gotin ku M.Temo ji bo gelê xwe de şehîd ket û em divê ked û xwîna şehîdan li erdê nehêlin û di rêya wan de heta azadiyê bi destxin berdewam bikin.
Hêzên amadeker:
Şepêle pêşerojê ya kurdî li Sûriyê
Komîta partiyênkurdî surî li Swêdê.
Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê.
Axvtina Serokê Komiteya hêzên siyasi yên Kurd û Kurdistanî li Swedê
Rêzdar malbata Şehîd Meşel Temo,
Rêzdaran beşdarên rêzgirtina çilrojiya şehîdkirina gorrbehişt,
Hevrê û hogirên şehîdê nemir,
Meşel Temo şehîdê kurd û Kurdistanê û şehîdê Şoreşa Sûriyê ye. Bila xwîna şehîdên nemir bibe havênê yekîtiya miletê kurd.
Bêguman bi şehîdkirina Meşel Temo miletê kurd lawekî hêja, siyasetmedarekî çalak û jîr jidest da. Em vê terorê careke din bi tundî rûreş dikin.
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, şehîdê miletê kurd Meşel Temo û hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û bi rûmet bibîr tîne.
Bila careke din serê malbata gorrbehişt û serê miletê kurd sax be !
Xuşk û birayên hêja,
Baas dixwaze bi xwînrijandinê rejîma xwe ya kirêt li ser erk bihêle. Lê heta hiha tu rejîma dîktator bi kuştina hevwelatiyên xwe nekariye zilm û zordariya xwe berdewam bike, di dawiyê de hatiye roxandin û ev rejîma xwînrêj jî li ber roxandinê ye.
Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî piştgirê gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê û piştgirê daxwazên azadî û demokrasiyê ne. Herweha em amade ne ku di hemû waran de berpirsiyariya xwe ya li hember gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bicîh bînin.
Em çareseriya pirsa kurdên Rojavayê Kurdistanê bi riyên aştiyane û di tedbîrên siyasî de dibînin. Ji bo çareseriya pirsê, qanûna bingehîn ya Îraqa Federal nimûneyeke baş û hêja ye.
Xuşk û birayên Rojavayî,
Rêzdaran nûnerên tevgêra rizgarîxwaziya Rojavayê Kurdistanê,
Em ji dîroka xwe dizanin ku serkeftina netewî bi yekîtiya netewî pêk tê. Nemaze di vê pêvajoya şoreşê de, ji bo bidestxistina mafê çarenûsa miletê kurd yekîtiyeke qewî pêwîst e.
Em Encumena Netewî ya Kurdên Sûriyê ku hatiye damezirandin gelek girîng dibînin, bi dilgermî pîroz dikin û jê re serkeftin û serfîrazî dixwazin. Daxwaz û hêviya me ji hemû birayên me yên Rojava ku berjewendiyê netewî di ser hemû berjewendiyan re bête girtin û li Rojava hevkariyeke berfirehtir, pirreng û pirrdeng bête damezirandin. Herweha ew tecrûbeyên hersê beşên Kurdistanê hertim li berçav bigrin.
Rêzdaran,
Em bi qwîkirina yekîtiya netewî, bi geşkirina têkoşînê rêz û rûmeta şehîd Meşel Temo û ya hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bigrin.
Bila giyanî gorrbehişt Meşel Temo şad, cîhê wî behişt be!
Şehîdên kurd û Kurdistanê nemir in!
Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!
20/11 2011
Şefîk Kaya
Berpirsê
KOMÎTEYA HEVAKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
(27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê)