Geşta esmanî navbera Kurdistanê û Tirkiyê despêkir
Ji bo hinek pirsgirêkên di navbera şîrketa petrolê ya Iraqî Somo û Tirkiyede dest dayîn, Tirkiye firandina balefirên Iraqê li ser asmanên Tirkiye qedexe kirîbû. Li himber vê yekê jî wezareta veguhestinê ya Êraqê, doh biryar da ku ji îro û pê de hîç balafireke Tirkî dê nikaribe li ser axa Iraqê bifire. Hikûmeta Êraqê da zanîn ku ta Tirkiyê asmana xwe ji balafirên Êraqê re veneke, ew ê vê biryarê hilneweşînin.
Di vê derbarê de Hadî Amirî gotibû ku:”Bi buhaneya ku şirketa Somo ya neftê, ku bi xwe şirketeke Êraqî ye, bi 5 milyon dolar deyndar e, Tirkiyê rê nade ku balafirên Êraqê li Tirkiyeyê binîşin.”
Piştî ku hemû seferên balefirên Tirkiye yên Iraqê û Kurdistana Başûr hatin sekinandin, wezîrê veguhaztinê yê Tirkiye li gel hukumeta raqê ket di nav pêwendiyê. Lê nekarî kêşeya heyî çareser bike. Gelek rêvî li balafirxaneya Stanbulê hêviya sefera xwe bûn.
Lê piştre wezîrê derve Ahmet Davutoglu li gel hukumeta Iraqê û wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî pêwendî danî û di encama dayîn standinê de kêşe hate çareserkirin. Doh êvarî cardin seferên asmanî di navbera Tirkiye û Iraqê û herêma Kurdistanê de destpêkirin.