Gelek endamên BDP-ê hatin binçav kirin

Operasyonên li dijê siyasetvanên kurd di bin navê “ Operasyonên KCK-ê“ berdewam e.

Li Diyarbekir, Stanbul, Bursa, Qers û Êlihê û gelek deverên din yên Kurdistanê zêdeyî 60 kes bi tuhmeta endametiya KCK-ê ji aliyê polîsan ve hatine binçav kirin.

Ev pila duyem ya mezine ku di girtina endamên BDP-ê de. Di nav kesên girtî de parêzerên Ocalan jî hene. Li gora agahdariyan polisan li ser mala parlementerê berê Mahmut Alinak de jî girtin. Lê Alinak ne li mal bû û nehat binçav kirin.

Li Diyarbekir berê sibehê zû,polisan li ser malên hinek berpirsên BDP-ê de girtin û hevserokê BDP-ê yê şaxa Diyarbekirê Omer Onen, cîgirê bajarvaniyê Rezan Derya jî hate girtin. Heta niha gelek kes hatine binçav kirin û operasyon li hinek deveran berdewam e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: