Nivîsar

Dayika 6 zarokan li mala xwe hate bombekirin

Çend rojin ku li navçeya Colemêrgê li Şemzînanê, bi taybet li Geliyê Tiyarê (Kazan) pevçûnên di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên HPGê de dijwartir dewam dikin. Di encama şer û pevçûnan de doh, leşkerekî jiyana xwe wenda kiribû û 6 jî birîndar bûbûn. Li gundê Kazanê, dema wesaîtên bizirx yên leşkerî derbas dibin jî, mayin ji dûrve tê teqandin û du wesaît ji rê derdikevin û dikevine newala gund.

Doh danê sibê, guleyê topan yên ku ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê ve hate avêtin, li gundê Kazanê îsabeta malekê kir. Di encama gule lêketina malê de 2 jin, Azize Çetinkaya û Kezîban Çetin birîndar bûn. Dayika 6 zarokan a 35 salî Azize Çetinkaya, birîna xwe xedar derket û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Bi rojan e ku hêzên taybet yên artêşa Tirkiyê, herêma Şemzînanê a ku li ser sînorê Kurdistana Federal e, li Geliyê Tiyarê, him ji erdê re, him jî ji hewa tê bombekirin. Li ser bersivdayina gerîlayên HPGê, di navbera her du hêzan de pevçûn derketin. Li gorî ragihandinan, leşkerekî bi paye, serpelêkî jiyana xwe wenda kiriye û 6 jî birîndar bûne. Hat gotin ku 6 gerîlayên HPGê jî jîyana xwe ji dest dane.

Piştî bûyera mirina  dayika 6 zarok a Azize Çetinkaya ku di nav gelê Çelê de hate bihîstin û di nav gel de belav bû, gel berê xwe de nexweşxana Çelê. Esnafên Çelê derabeyên xwe girtin. Hin hemwelatî, diyar kirin ku li herêma operasyon tê kirin, xizmên wan hene û ji wan xeberê nikarin bigirin. Ji ber vê xwestin biçine herêma operasyonê. Ber bi Geliyê Tiyarê ve dest bi meşê kirin lê hatine astengkirin.   

Heta niha di derbarê bûyer û operasyonan de, ji walîtiya Colemêrge tê daxuyanî nehatine. 

Back to top button